Hamdan: Heger îşxal zen dike ku bi zêdekirina operasyonên leşkerî zextê bide ser me xwe dixwapîne

Yek ji serokên tevgera HAMASê Usame Hamdan, îfade kir ku bi armanca sekinandina êrîşên rejima îşxalker a li dijî gelê Filistînê bi rayedarên Qeter û Misirê re di nav têkilîyê de ne.
Hamdan, di daxuyanîya ku belav kir de, destnîşan kir ku ji bo çêkirina bihevrebûn û yekîtîya gelê Filistînê tevger ji gavê ku bê avêtin re vekirîye.
Hat ragihandin ku li Şerîaya Rojavayê jî îşxalkeran Filistînîyan ji cîhê wan dikin û bireveberîya Filistînê jî dengê xwe dernaxe, ji bo sekinandina herba li Xezzeyê ji Misirê tu teklîfek negirtine.
Usame Hamdan weha got:
“Netenyahu ketîye nav rewşekî kompleksî û bi destpêkirina ji nû ve herbê ji dozên bêrêtîyê direve. Netenyahu ketîye nav bêrêtîyê û pmvajoya herbê jî ji bo menfeatên xwe yên sîyasî dirêj dike. Witikoff (Temsîlkarê Emrîkayê Steven), ji bona ku ji peymanê derkeve dest bi xebatê kir encax HAMAS, ji bona ku pêşnîyara Wittkoffê derbasê merhaleya duyemîn bibe şerta wezîfeya pirê binirxîne amade ye.
Îsraîl, bi rêyê sîyasî armanc dikir ku ji agirbestê derkeve lê serfiraz nebû, ji ber vê yekê niha dixwaze ku bi leşkerî jê derkeve. Heger îşxal zen dike ku bi zêdekirina operasyonên leşkerî zextê bide ser me xwe dixwapîne.”
Hêzên îşxalker, roja Sêşemê di dema şebeqê de li dijî Xezzeyê êrîşên xwe yên asîmanî da destpêkirin û herba qirkirinê ji nû ve da destpêkirin.
Di van êrîşan de herî kêm 404 Filistînî şehîd bûn, 562 Filistînî jî birîndar bûn. Hat îfadekirin ku di nav mirovên birîndar de rewşa wan ku giran in jî hene. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bakurê Sûdanê di hilweşîna madena zêr de herî kêm şeş kes mirin, û tê gotin ku nêzîkî 20 kes jî li benda rizgarkirina ji bin kavilan in.
Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku bombebarana avahiyên bilind ên ji teref rejîma îşxalker ve bûye sedema koçberbûna bi sed hezaran sîvîlan û li gorî qanûnên navneteweyî bi awayekî eşkere "sûcekî şer" e.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Serokê Emrîkayê Donald Trump bi rêya navnîşana e-nameya xwe peyamek ji alîgirên xwe re şandiye û daxwaza bexşandina 15 dolarî kiriye û îddia kiriye ku ew kesê bijartî ye.
Di êrîşa ku di seatên serê sibehê de li Kampa Şatîllayê hat lidarxistin de pênc kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.