Hejmara qurbaniyên li Xezzeyê gihîşt 67.682 kesan

Hejmara şehîdên ku di êrîşên artêşa îşxalker a li ser Xezzeyê de şehîd bûn gihîşt 67 hezar û 682an.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê daneyên herî dawî yên li ser qurbanî, birîndar û kesên ku di êrîşên artêşa îşxalker de heta agirbesta ragihandî hatine kirin, parve kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di navbera 3 û 10ê Cotmehê de, komîsyona dadwerî ya ku dosyaya kesên winda dişopand diyar kir ku 320 kesên din jî canê xwe ji dest dane û ew li îstatîstîkan zêde kir."
Hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de cenazeyên 151 kesan, ku 116 ji wan ji nav xirbeyên xaniyên hilweşiyayî hatine rizgarkirin, û 72 kesên birîndar gihîştine nexweşxaneyên li Xezzeyê.
Hate diyarkirin ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdên ku ji birçîbûnê mirine gihîştiye 463 kesan, ku 157 ji wan zarok in.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji 22ê Tebaxê ve, dema ku Dabeşkirina Merhaleya Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) ya ku ji teref Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê piştgirîkirin, li Xezzeyê birçîbûn îlan kir, 185 kes, ku 42 ji wan zarok in, ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê şehîd bûn.
Hate diyarkirin ku di êrîşên artêşa îşxalker a li ser Xezzeyê de ku di 8ê Cotmeha 2023an de dest pê kirin, hejmara şehîdan gihîştiye 67 hezar û 682an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 170 hezar û 33 kesan.
Tê ragihandin ku li Şerîda Xezzeyê hêna jî bi hezaran cenaze di bin xirbeyên avahiyên xirabe de mane. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokatiya Misirê ragihand ku rêberên zêdetirî 20 welatan ew ê beşdarî lûtkeya ku dê derbarê peymana bidawîanîna şerê li Xezzeyê de were lidarxistin bibin.
Artêşa qaşo ya rejîma îşxalker a sîyonîst bi êrîşên hewayî yên li ser başûrê Lubnanê careke din agirbestê îxlal kir.
Piştî nimêja înê, li seranserê Îranê, bi taybetî li Tehranê, xwepêşandanên piştgiriyê ji bo Xezzeyê û Filistîniyan hatin lidarxistin.