Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 43 hezar û 508an û hejmara birîndaran jî derket 102 hezar û 684an.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 399emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di qetlîamên 24 saetên dawîn de 39 sîvîlan şehîd kirin û 123 kesan jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 43 hezar û 508an û hejmara birîndaran jî derket 102 hezar û 684an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Siyonîstên qatil ên îşxalker çend bajarên Sur û Bînt Cubêl li başûrê Lubnanê êrişên hewayî pêk anîn.
Wezareta Parastin a Netewî diyar kir ku ew li herêmên Xara, Hakurk, Mertala Firat û Çiqlê Zeytûnê 16 PKKyîyan kuştine.
Tevgera Ensarullaha Yemenê ragihand ku piştî êrîşên li ser Xezzeyê wan balafireke din a bêmirov a Emerîkayê ya îşxalker xistin xwarê.