Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 44 hezar û 875an û hejmara birîndaran jî derket 106 hezar û 454an.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 434emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 4 qetlîamên 24 saetên dawîn de 40 sîvîlan şehîd kirin û 98 kesan jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 44 hezar û 875an û hejmara birîndaran jî derket 106 hezar û 454an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Êtîman, ji bo birînên qirkirina ku sîyonîstên îşxalker pêk anîtine ji Xezzeyê re ekîbekî doxtoran şand.
Tûgayên Qessam, daxuyand ku micahîdên wan li heremên cuda yên Xezzeyê operasyonên serfirazî li dar xistin, di encama operasyonan de gelek îşxalkeran kuştin û birîndar kirin.
Fransa, leşkerên xwe yên li Baregeha Leşkerî ya Fayayê tehlîye kir.
Hat îfadekirin ku li Norveçê otobûsek gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.