Tûgayên Qessam, daxuyand ku micahîdên wan li heremên cuda yên Xezzeyê operasyonên serfirazî li dar xistin, di encama operasyonan de gelek îşxalkeran kuştin û birîndar kirin.
Tûgayên Qessam ê baskê leşkerî ya tevgera HAMASê, diyar kir ku li dijî wesayîtên sîyonîstan operasyon hatin lidarxisitn.
Qessam, derheqê operasyonan de li ser qenala Telegramê daxuyanî parve kir û di daxuyanîyê de weha got:
“Micahîdên me; li Kampa Cîbalîyeyê hêzekî pîyade ya sîyonîstan ku 7 leşker bûn bi teqemenîyên zêde hedef girtin û wan kuştin û birîndar kirin.
Tûgayên Qessam, li nêzê Camîya Alî ya başûrê Taxa Zeytûnê jî tankekî ji tîpa Merkawayê hedef girtin.
Micahîdên Qessam; li nêzê Camîya Alî ya başûrê Taxa Zeytûnê bi hêzekî pîyade re ketin nav pevçûnê û wan kuştin û birîndar kirin.
Micahîdên Qessam, li rojavaya Cîbalîyeya Xezzeyê jî pîyadeyekî ku malên Filistînîyan diteqînin û pêşve diçûn bi guleyên top a TBGê hedef girt.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku ew bi rêveberîya nû ya Sûrîyeyê re di nava hevkarîyê de ne û got, "Em ji parçebûna Sûrîyeyê re destûrê nadin."
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 436an û hejmara birîndaran jî derket 108 hezar û 38an.
Sîyonîstên îşxalker êrîşî başûr û bakurê Xezzeyê kirin, di encama êrîşê de 6 Filistînî şehîd bûn.
Li nêzê Tel Avîvê bi kêrê çalakîyek hat lidarxistin, di encama çalakîyê de şênîyekî sîyonîst mir.