Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 854an û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 139an.
Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrîşên sîyonîstên îşxalker ku di roja 458emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 3 qetlîamên 24 saetên dawîn de 49 sîvîlan şehîd kirin û 75 kesan jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 45 hezar û 854an û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 139an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 936an û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 274an.
Dayîka doktorê Filistînî Husam Ebû Safîyeyê ku di 27ê Kanûnê de ji teref sîyonîstên îşxalker ve hatibû revandin, piştî êşa ku dîtibû ji ber krîza dil canê xwe ji dest da.
Artêşa îşxalê doh êvarê êrîşî Xan Yûnis û El Balada Cîbalîyeyê kir, di êrîşa bomberdmanê de 7 jê zarok 25 kes şehîd bûn.
Li bajara Tûbasa Şerîaya Rojavayê ji teref ÎHAyekî artêşa îşxalê ve êrîş hat lidarxistin, di encamê de 2 jê zarok 3 kes şehîd bûn.