Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 788an û hejmara birîndaran jî derket 110 hezar û 453an.
Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrîşên sîyonîstên îşxalker ku di roja 468emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 8 qetlîamên 24 saetên dawîn de 81 sîvîlan şehîd kirin û 188 kesan jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 46 hezar û 788an û hejmara birîndaran jî derket 110 hezar û 453an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Mesûlê Xezzeyê yê HAMASê Doxtor Xelîl El Hayye beyanat da û îfade kir, “Xelkê filistînî ji demek tarîxî re şahidiyê dike. Emê ji nûv ve dest bi avakirina xezzeyê bikin.
Detayên agirbestê jî eşkerebû. Li gor vê yekê her roja agirbest dewam bike ji 600 kamyonan 50 jê sotameniye wê têkeve Xezzeyê. 300 kamyon wê têkeve Bakurê Şerîda Xezzeyê. Li gor vê yekê wê teqasa êsîran jî destpê bike.
Piştî ragihandina agirbestê, Tûgayên Qassam di destpêka Tofana Eqsayê de peyama Berdevkê Tuxayan Ebû Ubeyde ji nû ve parve kir.