Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 73.283 kesan
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên Filistînî di êrîşên rejîma sîyonîst de gihîştiye 73 hezar û 283 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 173 hezar û 864 kesan.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, di 24 saetên dawî de 3 şehîd û 22 birîndar bo nexweşxaneyên li Xezzeyê hatine veguhastin.
Ji dema destpêkirina agirbestê di 11ê Cotmeha 2025an de, hejmara şehîdên ji ber îxlalkirinên hêzên îşxalker gihîştiye 1158an, hejmara birîndaran gihîştiye 3756an û hejmara cenazeyên ji bin xirbeyan hatine derxistin jî 802 e.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir ku gelek şehîd û birîndar hîn jî di bin kavilan de û li ser rêyan in û ekîbên tenduristiyê û parastina sivîl ji ber astengiyên hêzên îşxalker nikarin bigihîjin gelek deveran. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber barana dijwar û lehîyên ku li herêma Nuristan a Efxenistanê rabûn, 20 kes mirin, zêdetirî 80 kes birîndar bûn û zêdetirî 100 kes jî winda ne.
Tevgera Berxwedana Îslamî (Hamas) roja Duşemê ragihand ku Xelîl el-Heyye li şûna Yehya Sînwar wekî serokê buroya sîyasî hatiye hilbijartin.
Ofîsa Alîkarê Serokwezîr bo Karûbarên Aborî ya Emîtîya Îslamî ya Efxenistanê ragihand ku li welat milyonek kes di pîşesaziya çêkirina xalîçeyan de dixebitin û di çar salên dawî de hinardekirina xalîçeyên Efxenistanê bi girîngî zêde bûye.