Xelîl el-Heyye wek Serokê Buroya Sîyasî ya Hamasê hat hilbijartin
Tevgera Berxwedana Îslamî (Hamas) roja Duşemê ragihand ku Xelîl el-Heyye li şûna Yehya Sînwar wekî serokê buroya sîyasî hatiye hilbijartin.
Daxuyaniya Hamasê piştî hilbijartinên Meclîsa Giştî ya tevgerê di daxuyaniyek kurt de hat.
Di daxuyaniyeke berfireh de, Hamasê got ku hilbijartina Xelîl el-Heyye di dawiya pêvajoyeke hilbijartinê ya navxweyî de pêk hat ku nûnerên şaxên cihêreng ên tevgerê û herêman, di nav de Şerîda Xezzeyê, Şerîaya Rojava û girtîgehên rejîma îşxalker, bi rêya şêwirmendiyên saziyî beşdar bûn.
Tevgerê Xelîl El-Heyye ji ber qezenckirina baweriya birayên wî, endamên tevgerê û saziyên wê pîroz kir, û ji Xwedê xwest ku di bicihanîna vê berpirsiyariyê de serkeftin, rêberî û alîkariyê bide wî.
Tevgerê her wiha silav li girtiyên me yên qehreman ên di zindanên dagirker de kir ku tevî qedexeyan beşdarî vê pêvajoya şêwirmendiyê bûn, û ji nû ve piştrast kir ku doza wan û berdana wan di serê pêşîniyên xwe de maye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber barana dijwar û lehîyên ku li herêma Nuristan a Efxenistanê rabûn, 20 kes mirin, zêdetirî 80 kes birîndar bûn û zêdetirî 100 kes jî winda ne.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên Filistînî di êrîşên rejîma sîyonîst de gihîştiye 73 hezar û 283 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 173 hezar û 864 kesan.
Ofîsa Alîkarê Serokwezîr bo Karûbarên Aborî ya Emîtîya Îslamî ya Efxenistanê ragihand ku li welat milyonek kes di pîşesaziya çêkirina xalîçeyan de dixebitin û di çar salên dawî de hinardekirina xalîçeyên Efxenistanê bi girîngî zêde bûye.