Li Efxenistanê milyonek kes di pîşesaziya çêkirina xalîçeyan de dixebitin
Ofîsa Alîkarê Serokwezîr bo Karûbarên Aborî ya Emîtîya Îslamî ya Efxenistanê ragihand ku li welat milyonek kes di pîşesaziya çêkirina xalîçeyan de dixebitin û di çar salên dawî de hinardekirina xalîçeyên Efxenistanê bi girîngî zêde bûye.
Nivîsgeha Karûbarên Aborî ya Alîkarê Serokwezîr di daxuyaniyek çapemeniyê de diyar kir ku sektora çêkirina xalîçeyan di çar salên dawî de bi awayekî berbiçav mezin bûye û hinardekirina wê bo bazarên derve jî bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Li gorî amarên ofîsê, di sala borî de, zêdetirî 760.000 metreçargoşe xalîçe bo Rûsya, Emrîkayê, Awistralya, welatên Ewropî, Kanada, Tirkîye û hejmarek welatên Erebî û Efrîqayê hatine hinardekirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hat diyarkirin ku nirxa hinardekirina xalîçeyan par gihîştiye 14 milyon dolarê Amerîkî û li gorî salên berê zêdebûnek nîşan dide. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber barana dijwar û lehîyên ku li herêma Nuristan a Efxenistanê rabûn, 20 kes mirin, zêdetirî 80 kes birîndar bûn û zêdetirî 100 kes jî winda ne.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên Filistînî di êrîşên rejîma sîyonîst de gihîştiye 73 hezar û 283 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 173 hezar û 864 kesan.
Tevgera Berxwedana Îslamî (Hamas) roja Duşemê ragihand ku Xelîl el-Heyye li şûna Yehya Sînwar wekî serokê buroya sîyasî hatiye hilbijartin.