Hikûmeta Sûdanê agirbestek berfireh pêşniyar dike
Serokwezîrê Sûdanê Kamil Îdrîs, li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di gotarekê de ragihand ku wan di bin çavdêriya navneteweyî û herêmî de pêşniyara agirbestek berfireh kiriye, û tekez kir ku şer ziyanek pir mezin daye welat.
Serokwezîrê Sûdanê Kamil Îdrîs, di axaftina xwe ya li Konseya Ewlekariyê de ragihand ku wan di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Efrîqayê û Lîga Ereban de planeke agirbestê ya berfireh pêşkêş kirine.
Îdrîs diyar kir ku pêşniyar bêçekkirina komên çekdar û pêkanîna bernameyên bêçekkirin û ji nû ve entegrekirina ji bo hêmanên ku di pevçûnan de beşdar in lê sûc nekirine, dihewîne û got, "Bêyî hesabpirsînê aştî çênabe."
Îdrîs her wiha daxwaza diyalogeke berfireh di navbera gelê Sûdanê de di dema veguhêz de kir û xwest ku pêvajo bi hilbijartinên giştî yên di bin çavdêriya navneteweyî de bi dawî bibe. Wî ev destpêşxerî wekî "bijarteyeke hişmendane ku armanc dike kaosê bi rêkûpêk, tundûtûjiyê bi qanûnê û bêhêvîtiyê bi hêviyê biguhezîne" bi nav kir.
Ji aliyekî din ve, Emrîkayê di bin rêveberiya Donald Trump de, piştgiriya xwe ji bo plana agirbesta mirovî ragihand û bang li aliyan kir ku bê şert û merc qebûl bikin.
Şerê ku ji Nîsana 2023an vir ve berdewam dike, krîza mirovî ya li Sûdanê kûrtir dike, dibe sedema mirina bi deh hezaran û koçberbûna nêzîkî 13 milyon kesan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şêx Ehmed et Teyib ê El Ezherê diyar kir ku bûyerên li Filistînê gihîştine astek zordariyê ku bêalîbûnê ne mumkin dike, û tekez kir ku tevî ku çareseriya du dewletan bi salan e di rojevê de ye jî, îradeya navneteweyî bi zanebûn hatiye astengkirin.
Serokwezîrê xwebinavkirî yê rejîma sîyonîst Binyamîn Netanyahu, ragihand ku ew ê li Washingtonê bi Serokê Emrîkayê Donald Trump re li ser bernameya nukleerî ya Îranê û merhaleya din a plana Xezzeyê nîqaş bike. Tê texmînkirin ku ev serdan di 26ê Kanûnê de pêk were.
Balafireke biçûk a Hêzên Deryayî yên Meksîkayê li peravên Teksasê ket xwarê û di encamê de pênc kes mirin.