Li Emrîkayê balafir ket: 5 kes mirin
Balafireke biçûk a Hêzên Deryayî yên Meksîkayê li peravên Teksasê ket xwarê û di encamê de pênc kes mirin.
Hêzên Deryayî ragihand ku balafir li nêzîkî peravên Galveston, Texas, ket xwarê.
Li gorî agahiyan, di balafirê de çar efserên deryayî û çar sivîl hebûn. Di qezayê de pênc kes mirin, du kes hatin rizgarkirin û yek jî winda ye.
Karbidestên Deryayî diyar kirin ku balafira ku hatiye xistin wekî beşek ji "mîsyoneke alîkariya mirovî ji bo veguhestineke bijîşkî ya taybet" rabûye. Hate destnîşankirin ku nexweşê ku ji bo dermankirina bijîşkî dihat veguhastin di nav miriyan de bû.
Li gorî agahiyan, tîmên Ewlekariya Peravên Emrîkayê ku gihîştine kavilên balafirê di okyanûsê de, xebatên rizgarkirinê dimeşînin.
Wezareta Karên Derve ya Meksîkayê li ser medyaya civakî ragihand ku bi rêya Konsolosxaneya Giştî ya Meksîkayê ya li Houstonê bi rayedarên herêmî re têkilî daniye û piştgiriyê dide malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şêx Ehmed et Teyib ê El Ezherê diyar kir ku bûyerên li Filistînê gihîştine astek zordariyê ku bêalîbûnê ne mumkin dike, û tekez kir ku tevî ku çareseriya du dewletan bi salan e di rojevê de ye jî, îradeya navneteweyî bi zanebûn hatiye astengkirin.
Serokwezîrê xwebinavkirî yê rejîma sîyonîst Binyamîn Netanyahu, ragihand ku ew ê li Washingtonê bi Serokê Emrîkayê Donald Trump re li ser bernameya nukleerî ya Îranê û merhaleya din a plana Xezzeyê nîqaş bike. Tê texmînkirin ku ev serdan di 26ê Kanûnê de pêk were.
Dema ku hêzên îşxalker li Şerîaya Rojava gelek bajar û bajarokan digirtin, li El Xelîl û Qudsê û derdora wê êrîşên çekdarî yên çeteyên Cihûyan çêbûn.