Hizbullah Hişyarî da Hikûmeta Lubnanê: Sîyaseta tawîzan ji bo rejîma sîyonîst nayê qebûlkirin
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Naîm Qasim, pejirandina plana Emrîkayê û meyla danûstandinê bi rejîma sîyonîst re wekî "pêvajoyek talûke ya tawîzan" bi nav kir û got ku divê Lubnan berpirsiyariya xwe ya neteweyî bicîh bîne.
Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim kiryarên hikûmeta Lubnanê yên ku nîşana danûstandinan bi rejîma sîyonîst re ne, bi tundî rexne kir. Qasim qebûlkirina pêşnûmeya ku ji hêla navbeynkarê Amerîkî Tom Barrack ve hatî pêşkêş kirin wekî "tawîz" bi nav kir û got ku ji bo bidawîanîna êrîşan dê "xeletiyek mezin" be ku hikûmet tawîzan bide.
Qasim tekez kir ku dewlet mecbûr e ku bernameyeke berfireh a tedbîrên dijber li dijî êrîşên li ser Lubnanê pêş bixe. Wî tehemûlkirina hebûna hêmanên rejîma sîyonîst li ser xeta Lîtanyayê ya başûr wekî "tawîzek zêde" bi nav kir.
Hevdem ligel van daxuyaniyan, artêşa rejîma sîyonîst roja Duşemê ragihand ku endamekî Hîzbullahê şehîd kiriye. Li gorî daxuyaniyê, Muhammed Elî Şuweyh di êrîşeke asmanî de ku şeva Yekşemê li herêma Mensûrî hat kirin, bûye hedef. Rejîmê îddîa kir ku Şuweyh berpirsiyarê hevrêziya darayî û leşkerî ya di navbera rêxistinê û sivîlên herêmê de ye û her wiha dest daniye ser milkê taybet û di operasyonan de bikar aniye. Hat îddîakirin ku êrîş "bersivdayîna çalakiyên li dijî peymanên di navbera her du aliyan de" ye.
Ji ber ku di hefteyên dawî de dîsa alozî zêde bûye, hêzên îşxalker di 6ê Mijdarê de ragihandin ku wan "binesazî û depoyên çekan ên Hizbullahê" hedef girtine, ku ev êrîş di çend mehan de herî dijwar bû. Di heman demê de, Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun diyar kir ku ew amade ye bi rejîma sîyonîst re danûstandinan bike da ku êrîşan rawestîne, lê ev înîsiyatîf nehat bersivandin.
Di meha Tebaxê de, di bin zexta Emrîkayê de, hikûmeta Lubnanê biryarnameyek pejirand ku tê de bêçekkirina Hizbullahê dihat destnîşankirin û artêşê wezîfedar kir ku planeke pênc-merhaleyî pêş bixe. Hizbullahê biryarname red kir û wekî "xeletiyeke dîrokî" bi nav kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rojnameya Wall Street Journal nivîsand ku avakirina ewlehiyê ya qismî li Xezzeyê ligel agirbestê piştgiriya civakî ji bo HAMASê zêde kir, ku ev yek plana bêçekkirinê ya Trump dijwartir kir.
Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê bertek nîşanî biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji aliyê Emrîkayê ve hatiye amadekirin da û diyar kir ku ev biryar Xezzeyê tecrîd dike, mafê berxwedanê yê gel desteser dike û qanûnên navneteweyî îxlal dike.
Yek ji rayedarên HAMASê Usame Hamdan, plana bicîhkirina hêza bi gelek netewî ya Emrîkayê red kir û got ku ev ji fikra tesfîyekirina doza Filistînê ya sîyonîstan re piştgirîyê dide.