Di dema ku hêzên ewlehîyê yên Rêveberîya Xweser a Filistînê ev 42 roj in dorpêç û zextên li dijî Kampa Penaberan a Cenînê didomînin de, rejîma îşxalker jî di heman heyamê de êrîşên hemwext li ser kampê pêk tîne.
Di dorpêça 42 rojan de 4 jê zarok 15 Filistînî şehîd bûn. Ji şehîdan 9 kes bi çekên çek û bombeyên hêzên ewlehîyê yên Rêveberîya Xweser a Filistînê şehîd bûn û 6 kes jî di bombebarana herî dawî ya rejîma îşxalker de şehîd bûn. Herdu alîyan jî bi dehan şênîyên kampê û Cenînê desteser kirin.
Di encama bomberdûmana doh a îşxalkeran kirin de sê bira ku navê wan Mumîn, Emîr û Beha Îbrahîm Ebû Heyca ye şehîd bûn. Şehîdekî din ê bi navê Îbrahîm Keneyîrî birayê Emced Keneyîrî ye ku berîya niha li Kampa Cenînê kemîn girtibû û şehîd bûbû. Herdu bira jî kurên Albay Mustafa Keneiri bûn, ku ew bi zanebûn dest ji Bireveberîya Filistînê berda.
Abloqeya ku ji teref Rêvebirîya Filistînê ve li ser Kampa Cenînê hatiye kirin, di encamê de niştecihên kampê ji pêdiviyên bingehîn ên wekî ceyran û avê bêpar mane û zarok nikarin biçin dibistanê.
Êrîşa dawî ya ji teref îşxalkeran ve hat kirin, piştî înîsiyatîfa neteweyî ya Tûgaya Cenîn a ji bo pêşîgirtina li rijandina xwînê pêk hat. Lêbelê, tê ragihandin ku Rêveberiya Filistînê heta niha bersiv nedaye van û însiyatîfa neteweyî ya dinê.
Di dema ku komîteya ragihandinê ya li Kampa Cenîn Rêveberiya Filistînê bi tevahî berpirsyariya dorpêç û êrîşan dihesiband, wê dorpêçkirin wekî hêmanek ku armanca dagirkirina niştecihên kampê hêsan dike binav kir. Komîteyê bang li gelê Filistînê li Şerîeya Rojava kir ku piştgiriyê bidin niştecihên Kampa Cenîn û rawestandina van sûcan.
Di heman demê de, wî daxwaz kir ku rêxistinên mafên mirovan bikevin tevgerê ji bo ku desthilatdariya Filistînê ji sûcên xwe berpirsyar bibîne û ji bo bidawîkirina van îxlalan gavan bavêje. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 707an û hejmara birîndaran jî derket 110 hezar û 265an.
Li nêzê bajara Reşta Îranê balafireke perwerdehîyê ji ber xerabûneke teknîkî ket xwarê, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.
Volkana Îbuyê piştî teqînê stûneke ax a 4 hezar metre bilind derxist.
Bi dehan kedxwarên sîyonîst îro di bin parastina polêsên îşxalker de avêtin ser hewşên Mescîda Eqsayê.