Hêzên îşxalker li seranserê Şerîaya Rojava serdegirtin pêk anîn: 3 birîndar
Dema ku hêzên îşxalker li Şerîaya Rojava gelek bajar û bajarokan digirtin, li El Xelîl û Qudsê û derdora wê êrîşên çekdarî yên çeteyên Cihûyan çêbûn.
Hêzên îşxalker tevahiya şevê li deverên cuda yên Şerîaya Rojava êrîşên xwe berdewam kirin. Gelek bajarok û gundên li Tubas, Ramallah, Beytlehm, Tulkerem, Nablus û Geliyê Urdunê ji teref leşkerên îşxalker ve hatin êrîşkirin.
Di dema êrîşan de, li hinek deveran çek hatin bikaranîn, gaza rondikrêj û bombeyên deng hatin bikaranîn û çalakiyên bazirganî rawestiyan.
Di navbera Filistîniyan û hêzên îşxalkeran de ku diketin bajarê Tubasê yê li bakur, alozî derket, di heman demê de hêzên sîyonîst li bajarokên Silwad ên li bakurrojhilatê Ramallahê û Kuberê yên li bakur bêserûber gulebaran kirin.
Li Tulkeremê gundên Şuweyka, Enabta û Kefr el-Lebad; û li Nablusê bajarokên Madama, Beyta û Beyt Deccin bûn hedefa êrîşan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şêx Ehmed et Teyib ê El Ezherê diyar kir ku bûyerên li Filistînê gihîştine astek zordariyê ku bêalîbûnê ne mumkin dike, û tekez kir ku tevî ku çareseriya du dewletan bi salan e di rojevê de ye jî, îradeya navneteweyî bi zanebûn hatiye astengkirin.
Serokwezîrê xwebinavkirî yê rejîma sîyonîst Binyamîn Netanyahu, ragihand ku ew ê li Washingtonê bi Serokê Emrîkayê Donald Trump re li ser bernameya nukleerî ya Îranê û merhaleya din a plana Xezzeyê nîqaş bike. Tê texmînkirin ku ev serdan di 26ê Kanûnê de pêk were.
Balafireke biçûk a Hêzên Deryayî yên Meksîkayê li peravên Teksasê ket xwarê û di encamê de pênc kes mirin.