Hîzbullah: Biryara bêçekkirinê Lubnanê ji hêza parastinê ya li dijî îsraîlê bêpar dike

Hîzbullah diyar kir ku biryara hikûmeta Lubnanê ya "Bêçekkirina berxwedanê li dijî îsraîlê dijminê" şaşiyeke mezin bû, û tekez kir ku ev gav hêz û pozîsyona Lubnanê li dijî êrîşkariya îsraîl û Emrîkayê ziîf kiriye.
Daxuyaniya Hîzbullahê got ku ev biryar "tiştê ku îsraîlê bi rêya herbê nikare bidestbixe, bi rêyên sîyasî tê xwestin were bidestxistin", û ev yek her wiha "îxlalkirineke eşkere ya destûrî" û "îxlalkirineke eşkere ya daxuyaniya kabîneya hikûmetê" ye.
Hîzbullahê bi îşaretkirina bi maddeya pêncemîn a daxuyaniya kabîneya hikûmetê, bi bîr xist ku hikûmetê soz daye ku li gorî belgeya lihevhatina neteweyî ya di Peymana Taîfê de cih digire, hemû gavên pêwîst bavêje da ku hemû axên Lubnanê yên di bin îşxalkera sîyonîst de azad bike.
Di daxuyaniyê de her wiha hate bibîrxistin ku ev pabendbûn bangek ji dewletê re jî dihewîne ku serweriya xwe li ser tevahiya axa xwe bi tenê bi hêza xwe garantî bike û artêşa Lubnanê heta xeta sînor a ku di asta navneteweyî de tê naskirin bi cih bike.
Hîzbullahê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku parastina hêz û çekên berxwedanê yên Lubnanê beşek ji vê hêzê ne û tekez kir ku parastina berxwedanê û xurtkirin û çekdarkirina artêşa Lubnanê ji gavên pêwîst bo paşvekişandina îşxala sîyonîst û parastina axan e.
Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku ev biryar di bin zexta balyozê Emrîkayî Tom Barrack de hatiye girtin û ev yek ji sedemên biryarê ye.
Di heman demê de, li gorî daxuyaniyekê ku Serokwezîrê Lubnanê Salam di civîna kabîneyê de da, kabîne dê "pêncşema bê nîqaşa li ser belgeya Emrîkayî bidomîne" û artêşa Lubnanê dê wezîfedar be ku heta dawiya salê planeke pêkanînê ji bo berhevkirina çekan amade bike.
Hîzbullahê diyar kir ku ev biryar bi tevahî xizmeta berjewendiyên îşxalê dike û Lubnanê bi tevahî bêparastin û ji hêza astengkirinê li hember rejîma îşxalker bêpar hiştiye.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku hikûmetê pabendbûna Serok Avn a "nîqaşkirina stratejiya ewlehiya neteweyî" ya ku wî di merasîma sondxwarinê de anî ziman, paşguh kiriye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku terikandina wezîrên Hîzbullah û Tevgera Emel ji rûniştinê nîşaneyeke eşkere ya berxwedana li dijî vê biryarê ye, û ev yek jî eşkere kir ku berxwedan, ku beşek girîng ji gelê Lubnanê ji herêm, mezheb û komên siyasî yên cuda temsîl dike, ev biryar qebûl nekiriye.
Hîzbullahê diyar kir ku ev biryara ku ji teref hikûmetê ve hatiye girtin, serweriya Lubnanê ji holê rakir û rê da rejîma îşxalker ku destwerdanê di ewlehî, erdnîgarî, siyaset û pêşeroja welat de bike û got, "Em ê vê biryarê betal û bêqîmet bibînin."
Di daxuyaniyê de, Hîzbullah diyar kir ku ew ji bo diyalogê li ser mijarên bidawîanîna êrîşên îşxalê, rizgarkirina axê, berdana girtiyan, avakirina dewletê û ji nû ve avakirina tiştê ku ji ber êrîşan wêran bûye vekirî ne. Her wiha tekez kir ku divê her nîqaşek li ser stratejiya ewlehiya neteweyî di hawîrdorek aştiyane de were kirin, ne dema ku êrîş berdewam dikin.
Di dawiyê de di daxuyaniyê de hat gotin ku divê hikûmet hemû gavên pêwîst bavêje da ku hemû deverên Lubnanê yên di bin îşxala îsraîlê de azad bike, wekî ku di daxuyaniya kabîneyê de bi zelalî hatiye gotin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Karên Derve yê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, biryara bi temamî bidestxistina Xezzeyê ya rejima îşxalker bi tundî şermezar kir.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 61 hezar û 369an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 152 hezar û 850 kesan.
Li Xezzeya ku bi dorpêç û êrîşên rejima îşxalker xela kurtir dibe, di nav 24 seatên dawîn de 11 kesên dinê jî ji birçîna canê xwe ji dest dan û şehîd bûn.
Polêsê Efxen, li başûrê Efxenistanê 9 ton tiryakê îmhe kirin û 100 kesan jî binçavkirin.