Ji Îranê peyama nukleerê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî, got ku bernameya wan a nukleerî armancekî aştîyane di nav xwe de dihewîne û di çarçoveya Peymana Pêşgirtina Belavbûna Çekên Nukleerî (NPT) de tê meşandin.
Erakçî, destnîşan kir ku Îranê derheqê îddîayên ku Îranê ji bo sînorkirina bernameya dewlemendkirina uranyumê re amade ye de axivî û weha got, “Em fealîyetên xwe yên dewlemendkirina Uranyumê di çarçoveya mafên xwe yên bi Peymana Pêşgirtina Belavbûna Çekên Nukleerî (NPT) de bidestxistine didin meşandin. Em bû çend caran dibêjin, bernameya me ya nukleerî armancekî leşkerî nîne.”
Wezîr Arakçî, derheqê bernameya fuzeyan de jî axivî û îfade kir ku ev bername bi temamî ji bo parastin û ji bona ku tu kes nikaribe êrîşê me bike ye. Ew derheqê vê meseleyê de hemû mizakereyan bi zimaneke zelal red dikin.
Arakçî, îfade kir ku Îranê di meseleya nukleerê de bi Emrîkayê de ji dîyalogê re vekirîye encax ev dîyalog girêdayê hinek şertan e û got, “Divê Emrîka, li hember hemû êrîşan ewlehîyê bide me, rûmeta bi hemberîyê esas bigre û xetayên xwe yên berê qebûl bike.”
Arakçî, bal kişand ku êrîşên rejima îşxalker û Emrîkayê tenê ji bo gelê Îranê ne tehdîdekî ye, êrîşên wan di warê ewlehîya gelan û renduristîyê hem ji bo demeke dirêj de ji derdor û însanî re felaketekî ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çeteyên çekdar ên Cihûyî êrîşî bajarokê Sincilê yê li bakurê Ramallahê kirin û du Filistînîyên 23 salî kuştin. Kenê li ser rûyê Mihemed El Şelbî, ku cenazeyê wî piştî çend seatan hate dîtin, berxwedana adil a gelê Filistînê nîşan da.
Balafirên herbê yên sîyonîstan li bakur, orte û başûrê Xezzeyê êrîşên asîmanî pêk anîtin. Di encama van êrîşan de herî kêm 48 kes şehîd bûn. Îşxalkeran di vê êrîşê de çadiran, herêmên ku sîvîl lê dicivin û xanîyan hedef girt.
Baranên musonê ku li Pakistanê dibare bû sedema lehîyê, di encama lehîyê de heta niha 98 kes mirin, birîndar jî gihîştin 185 kesan.