Ji berxwedana Yemenê ji balafirgeha îşxalê re operasyoneke serfirazî
Ensarullahê li Yemenê, ji Balafirgeha Ben Guriona li herêma Tel Avîva îşxalkirî re, du fuzeyan avêt, di operasyonê de fuzeyekî “îsabet” girtîye.
Berdevkê Ensarullahê Tûxgeneral Yahya Serî, daxuyand ku ew li hember qetlîam û qirkirina li dijî gelê Filistîn û Xezzeyê opersyonekî serfirazî li dar xistine.
Serî got, Hêzê Fuzeya Hêzên Çekdar ê Yemenê, li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Lod (Ben Gurion)a ku li Tel Avîva îşxalkirîye opersayonekî leşkerî li dar xist. Di operasyonê de du hev fuzeyên ku yek ji tîpa ‘Filistîn-2’ û ‘Zilfîkar’ in bikaranît. Ji fuzeyan yek îsabetê balafirgehê kir. Sîstemîn parastine hewayê ya sîyonîstan nikaribûn fuzeyan asteng bikin.”
Serî destnîşan kir ku operasyon gihaştîye armanca xwe, di vê çarçoveyê de bi milyonan sîyonîst xwe sipartine sitargehan û li balafirgehê jî seferên balafiran sekinîne.
Berdevkê Ensarullahê, careke dinê jî bal kişand ku ew li cem berxwedanê ne û dûre weha got:
“Dijminê sûcdar bila bizanibe ku; gelê Yemenê ku xwe sipartîye Xwedayê xwe û tenê tewekkulê wî dike; li ser pîyan e, xwe natewîne. Sadiq e, sistîyê nîşan nade, natirse û tu dem îxanetê nake. Wêrek in, paşgav navêjin, ji mesûllîyetan xwe dûrnakin. Ew birûmet in, tenê ji Xwedê re secdeyê dikin; gelê Yemenê jî wek çîyayên Yemenê saxlem in û natewin. Çi firtûne dikarin wî ji cîhê wî tev bidin û çi jî bahoz dikarin wî ji koka wî bikin. Bila dijminê sûcdar ji me tiştên zêdetir hêvî bike! Destek û alîkarîya me ya ji xûşk û birayên me yên egîd, birûmet, fedekar û sadiq ên Xezzeyê zêdetir berdewam bike. desteka me ya ji wan re ew ê heta ku êrîşên li dijî wan bêne sekinandin û dorpêç rabibe bênavber berdewam bike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.
Rejîma îşxalker îro serê sibê bi ser gelek deverên Şerîaya Rojava de girt û gelek kes desteser kir.
Nûnerê taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, li Berlînê bi Zelenskî û rêberên Ewropî re dicive, wekî beşek ji hevdîtinên ku armanca wan bidawîanîna şerê li Ukraynayê ye. Lêbelê, paytextên Ewropî berî destpêkirina danûstandinan ji Washingtonê garantiyên ewlehiyê yên zelal dixwazin.
Piştî ku wesayîteke leşkerî li Suweydayê ji teref dronekê ve hate hedefgirtin, hêzên ewlehîyê yên Sûrîyeyê agirbest wekî îxlalkirin îlan kirin û peyama "bersiveke tund" dan komên çekdar.