Ji bo Xezzeyê dema Tekbîrê!
Yekitiya Alimên Filistînê ji bo silavkirina berxwedan û sebira li Xezzeyê û li dijî zilmê bibin yek ji hemû Misilmanan vexwend ku şeva înê saet di 22:00 de ji ku derê lê bin, tekbîra bînin.
Yekitiya Alimên Filistînê her kesî dewet kir ku şeva înê saet di 22:00 de ji ku derê lê bin, tekbîra bînin.
Serokê Yekitiya Alimên Filistînê Dr. Newaf Tekrûrî, di daxuyaniya ku ji bo organîzasyon kiribûn got ku ew dixwazin vê rojê Înê bila li çar alîyê dinyayê bibe Îna Tekbîrê.
Tekrûrî wisa got, “Em dixwazin ku Misilman bila li her derî û di heman demî de roja Înê di seet 22.00an de ji Xwedayê mezin re Tekbîran bînin. Em bi hîs kirina mezin bûyîna Ellah îlan dikin ku Ew ji zulm û zextên zaliman mestir e û bi vê tekbîran tînin.
Xweda ji Emrîkayê mestir e. Ellah, ji hebûna siyonîst mestirîn e. Xweda ji her zalimî mestir e. Xweda ji temamî êrîşkaran mestir e. Xweda ya herî mezin e, Xweda ya herî mezin e…”
Tekrûrî di dawîya daxuyaniyê de wiha got:
“Gelî Misilmanan, ez dixwazim ku hun guh bidin banga alim û saziyên civakî ya sivîl. Înşallah Xweda tirsê têxe dilê van zordaran. Em hevî dikin ku bi tekbîran qewetê bide mucahîdên me û rehmê li qelsên me bike. Ew qadirî her tiştî ye.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.
Rejîma îşxalker îro serê sibê bi ser gelek deverên Şerîaya Rojava de girt û gelek kes desteser kir.
Nûnerê taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, li Berlînê bi Zelenskî û rêberên Ewropî re dicive, wekî beşek ji hevdîtinên ku armanca wan bidawîanîna şerê li Ukraynayê ye. Lêbelê, paytextên Ewropî berî destpêkirina danûstandinan ji Washingtonê garantiyên ewlehiyê yên zelal dixwazin.
Piştî ku wesayîteke leşkerî li Suweydayê ji teref dronekê ve hate hedefgirtin, hêzên ewlehîyê yên Sûrîyeyê agirbest wekî îxlalkirin îlan kirin û peyama "bersiveke tund" dan komên çekdar.