Ji dayîka cihûyî yê êsîr, ji Qessam re mektûp hat şandin: Heta dawîya emrê xwe ez ji we re deyndar im!

Pîrekek Cihûyî ya bi navê Danîelê ku di dema Operasyona Tofana Eqsayê de hatibû êsîrgirtin, ji bona ku micahîdên Tûgayên Qessam ji wê û qîza wê re eleqeyekî baş nîşan dane mektûbekî nivîsand.
Di çarçoveya teqasa êsîran de ji teref HAMASê ve pîrekek Cihûyî ya bi navê Danîelê jî hat serbest berdan, Danîel berîya ku bê serbest berdan ji fermandar û micahîdên Tûgayên Qessam re mektûbekî memnûnîyetê nivîsand.
Danîel di mektûba xwe ya memnûnîyetê de weha got:
“Fermandarên bi qîmet ên ku di hefteyên dawîn de ji min re eleqeyê nîşan dan, wisa xûya dike ku em ê ji hev veqetin. Lê ez ji we re bi dil û can û bi hemû samîmîyeta xwe teşekur dikim.
Ez ji we re ji ber ku we ji min û qîza min Emîlîayê re eleqeyeke ku ji însanîyetê jî mezintir e nîşan da teşekûr dikim.
Hûn ji qîza min re wek dê û bav bûn. Dema ku ew dixwest bihatana cem we, we wê di her firsedê de dawetî odeya xwe dikir.
Wê ji min re îtîraf kir ku hûn hemûyan hevalên wê ne. Ev hevaltî, ne hevaltîyekî alelade ye, ev hevaltî hevaltîyekî ku bi rastî jî ji hev hezdikin û ji hev re gelek nêz e ye.
Ez ji we re pir û pir teşekur dikim. Ez ji bona ku we gelek seatên xwe ji bo me xerc kirîye teşekkûr dikim. Hûn ji qîza min re wek mamosteyek, wek nihêrevanekî bûn. Hûn li hember wê qelek bisebir bûn û we ji wê re şîranî û mêweyan îkram kir. Hûn di nav vê kêmasîyê de hemû tiştên xwe yên ku di destê we de bûn, bi min re û bi qîza min re perve kir, ji ber vê yekê ez ji we re teşekûr dikim.
Lazim e ku zarok di bin esaretê de nebin lê qîza min bi xêra we û însanên ku me di vê pêvajoyê de wan naskirîye, xwe li Xezzeyê wek prensesan hîs dikir.
Qîza min îtîfar dike ku wê eleqeyên ku her şervanekî û fermandarekî dema ku wê didît û bi wê re eleqeyeke samîmî nîşan dida, xwe wek ku hemû navend ew e hîs dikir…
We bi wê re di nav şefqet û nezaketê de eleqe dikir.
Ez ji we re heta dawîya emrê xwe deyndar im. Qîza min di encama eleqe û hereketên we wê ji li vê derê di nav travmayê de veneqete, ew ê ji li vê derê di nav xatirayên gelek xweşik de cuda bibe.
Ez ê ji xelkê re ev hereketên we yên baş ku digel temamê ewqas zor û zehmetîyê de we nîşanê me dida qal bikim.
Xwezîka em di vê dinyayê de hevalên baş bibûna.
Ez ji malbat, zarok û ji we hemûyan re daxwazîya tenduristî, sihhet û efîyetê dikim.
Ez ji we re pir û pir teşekkûr dikim.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 760an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 119 hezar û 264 kesan.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li bakur-rojhilatê Nîjeryayê zêdetirî 600 hezar zarok di bin talûkeya birçîbûnîyê de ne.
Wekîlê Serokwezîrê Pakistanê û Wezîrê Derve Îshak Dar ragihand ku piştî êrîşa Hindistanê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan şevê bi wî re telefon kiriye û hevxemiya xwe ya ji bo Pakistanê anî ziman.
Ji ber bombebarana firokeyên şer ên rejîma sîyonîst li xwaringehek û bazarek li navçeya El-Rîmal a rojavayê bajarê Xezzeyê, herî kêm 32 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.