Ji derdorê Nexweşxaneya Ewrûpaya li Xezzeyê re êrîşeke mezin: 24 şehîd, bi dehan birîndar û winda hene

Sîyonîstên îşxalker, li derdorê Nexweşxaneya Ewrûpaya li Xezzeyê kirin bin barana bombeyan. Di êrîşê de gelek kes şehîd, birîndar û winda bûn.
Di êrîşa balafirên herbê yên rejima îşxalker de herî kêm 24 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar û winda bûn.
Wezareta Tenduristî ya Filistînê, daxuyand ku Nexweşxaneya Ewrûpayê û derdorê wî, dûçarê êrîşên asîmanî ya rejima îşxalker bûn.
Hat îfadekirin ku li hewşa nexweşxaneyê zerarekî mezin çêbû, gelek kes şehîd û birîndar bûn.
Li gorî agahîyan ji ber êrîşan ekîb nikaribûne midexeleya birîndaran bikirana. Li ser vêya jî Kompleksa Tip a Nasira li Xan Yûnisê rewşa lezgîn îlan kir.
Rojnameger Amr Tabbaş, destnîşan kir ku di dema êrîşê de ew li cîhê bûyerê bûye, îfade kir di dema êrîşê de gelek zarok û nexweş li derdora nexweşxaneyê bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Êrîşên rejîma siyonîst li ser rojnamevanên Filistînî bûne sîstematîk. Sendîkaya Rojnamevanên Filistînî ragihand ku di meha Nîsanê de 80 sûcên cuda hatine kirin û 3 rojnamevan şehîd bûne.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 119an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 120 hezar û 214 kesan.
Li wîlayeta Lai Chauya Vîetnamê di înşeata santrala hîdroelektrîkê de ax hezîya, di encamê de herî kêm 5 karker canê xwe ji dest dan.
Li Nîjeryayê ji ber taya Lassayê vê salê hejmarê mirîyan derket 138an.