Donald Trumpê Serokê Emrîkayê bi Netenyahûyê qaşo Serokwezîrê rejîma îşxalker re civîna hevpar a çapemenîyê lidarxist.
Trump got Xezze êdî cihekî wêran e, divê mecbûrîye ku Filistînîyên li Xezzeyê dijîn biçin cihên ku li Misr û Urdunê wê bên avakirin.
Trumpê ku her cûre piştgirîyê dide rejîma îşxalker got, “Emêrîka Xezzeyê bigire û emê li wir kareke bikin. Em ê xwediyê wê bin û em ê ji pûçkirina hemî bombeyên neteqandî yên xeternak û çekên din ên li ser cîhê û xilaskirina avahiyên hilweşiyayî berpirsiyar bin. Sedema ku Filistînî dixwazin vegerin Xezzeyê tenê ji ber ku alternatîfek din tune ye.”
Ji ber ku guh neda ku Xezze ji hêla çekên ku Emerîka ve hatîye hilweşandin, Trump dest bi hincetên paqijkirina etnîkî kir.
Trûmp a dagirker diyar kir ku dikarin leşker bişînin Şerîda Xezzeyê û piştgirî da planên îlhaqê yên rejîma işxalker ên li Şerîeya Rojava. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Erebîstana Siûdî îddîayên Donald Trump ê, “Erebîstana Siûdî ji bo normalbûna bi rejîma siyonîst re dev ji şerta avakirina dewleta Filistînê qerîyan” derewand.
Rayedarên HAMASê bertek nîşanî gotinên Donald Trumpê Serokê Emrîkayê yê derheqê plana tehcîrkirina gelê Xezzeyê dan û bal kişandin ku gelê ku tevî qetlîamên îşxalkeran a 15 mehan cihê xwe terk nekirine wê ev planan jî pûç bikin.
Wezarete Edaleta Emrîkayê, daxuyand ku di bin navê micadeleya bi alîgirên Filistîn û antîsemîtîzmê de hêzekî wezîfeyê saz dikin.