Ji Ensarullahê ji welatên G7ê re bersiv: Aqûbeta keştîyên sîyonîstan girêdayê bijartîyên alternatîfa berxwedana Fîlsîtînê ye

Ensarullahê, ji welatên G7ê ên ku bang dikin bila keştîya ku bidestxistine berde re balan kişand, serbest berdana keştîya ku tê qalkirin bi bijartîyên alternatîfa berxwedana Fîlîstînê re girêdaye.
Berdevkê Ensarullahê Muhammed Abdusselam, li ser Xê ji banga wezîrên karên der ve yên welatên G7ê re ku gotibû bila keştî serbest bê berdan bersivê da.
Akdenîz, îfade kir ku Yemen, di meseleya ewlehîya rêyên qenal û behrê de hestyar e û hêzên behrê yên Yemenê jî di parastina ava ku para Yemenê dikeve de biqerar e.
Abdusselam derheqê keştîya aîdê îşxalkeran ku çend roj berê bidestxistibû de balan kişand ku ew di vî warî de ji dijmin re û keştîyên ku bi wî re dixebitin re hişyarîyan dabûn.
Abdusselam diyar kir ku ew ji keştîya ku bidestxistine re li gorî hiqûqên Îslamê miameleyê dikin û malbatên mirettebatê jî kirine bin parastina xwe, “Dema ku em qala keştî û mirettebata wî bikin, em bal dikşînin ku me vê tiştê ji bona desteka berxwedana qehremanî a li Xezze û xelkê Fîlîstînê re kirîye. Aqûbeta keştîyê bi bijarteyên berxwedana Fîlîstînê û ji bo hedefên pêşî girtina êrîşên îşxalkeran re girêdayî ye.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 760an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 119 hezar û 264 kesan.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li bakur-rojhilatê Nîjeryayê zêdetirî 600 hezar zarok di bin talûkeya birçîbûnîyê de ne.
Wekîlê Serokwezîrê Pakistanê û Wezîrê Derve Îshak Dar ragihand ku piştî êrîşa Hindistanê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan şevê bi wî re telefon kiriye û hevxemiya xwe ya ji bo Pakistanê anî ziman.
Ji ber bombebarana firokeyên şer ên rejîma sîyonîst li xwaringehek û bazarek li navçeya El-Rîmal a rojavayê bajarê Xezzeyê, herî kêm 32 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.