Ji girtîgehên Pakistanê 40 mehkûmên efxen hatin serbestberdan û ji welatên xwe re hatin şandin.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Şandinê û Penaberên Pakistanê ve hat belavkirin de, hat diyarkirin ku 40 mehkûmên Efxenî hatine serbestberdan ji û Efxenistanê re hatin şandin.
Li gorî daxuyanîya Wezaretê, 19 sûcdar li Pakistanê ji du mehan heta 5 salan cezaya hepsê ji wan re hatine birîn; piştî ku hatin serbestberdan ji Efxenistanê re vegerîyan. Di vê demê de 21 Efxenên ku li Pakistanê girtîne û bêbelgene jî piştî ku hatine serbestberdan ji welatên xwe re hatin şandin.
Wezaret diyarkir ku 45 Efxenên girtî ji girtîgehên Pakistanê hatin serbestberdan û sê roj berê ji welatên xwe re hatin şandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îtamar Ben-Gvirê ku jê re Wezîrê Ewlehîya Neteweyî yê Sîyonîstên îşxalkar tê binavkirin bertek nîşanî peymana ku bi armanca bidawîkirina qirkirina li Xezzeyê ye da. Wî ev peymanek wek "teslîmbûna HAMASê" bi nav kir.
Li orte û bakurê Xezzeyê ji teref îşxalkeran ve êrîşên asîmanî hat lidarxisitn, di encama êrîşan de 13 Filistînî şehîd bûn.
Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS ragihand ku wê rêberên komên Filistînî ji bo rê li ber danûstandinên ji bo rawestandina şerê qirkirinê li Xezzeyê agahdar kirine.
Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Zebîhullah Micahîd, bal kişand ku ew ji pevguhertina girtîyan ya bi Emrîkayê re amadene encax Washington hêna jî gavekî ku tevbigere neavêtîye.