Koalîsyona di pêşengîya Emrîkayê de ye, ji bajara bendera Yemenê re 3 êrîşên asîmanî li dar xist.
Li gorî El Mesîr TVya ku girêdayê Ensarullahê ye, balafirên herbê yên Îngilistan-Emrîkayê, vê sibehê ji bajara Hudeydeyê re sê êrîşên asîmanî li dar xistin.
Di xebera televîzyonê de hat îfadekirin ku di êrîşê de El Fazaha navçeya Zabîdê hat hedefgirtin.
Şênîyên herêmê îfade kirin ku ew dengê teqînê bihîstine û şewatekî mezin dîtine. Hat ragihandin ku hêzên Ensarullahê herêmê kirine bin kontrolê.
Li gorî agahîya herî dawîn di nav sê rojan de li Sana, Amran û Saadayê cîhên leşkerî hatine hedefgirtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Balafira ku ji Buenos Aires Lufthansayê diçû Frankfurtê di encama turbulanseke bi şîddet de 11 kesan birîndar bûn.
Li herêma Gilgit Baltistan Pakistanê otobûseke rêwîyan ket nav çem, di encama qezayê de 18 kesan canê xwe ji dest dan.
Bi dehan sîyonîstên kolonyalîst, ketin nav hewşa Mescîdî Eqsayê û êrîş kirin.