Ji Rûsyayê re bi ÎHAyan êrîş hat kirin: 7 birîndar
Li bajarê Tver ê Rûsyayê, di êrîşa dronê de 7 kes birîndar bûn.
Waliyê Tverê yê wekalet, Vitaly Korolev, got ku di êrîşa dronê de li bajarê Tverê yê rojavayê Rûsyayê heft kes birîndar bûn û avahiyek jî zirar dît.
Korolev di posteke Telegramê de diyar kir ku birîndar, ku zarokek jî di nav wan de ye, ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê.
Şahidan gotin ku dron di saetên serê sibê yên roja Înê de li binê avahiyekê xist. Berî ku xizmetên acîl werin, niştecihan hewl dan ku agirê ji ber bûyerê vemirînin û alîkariya cîranên xwe ji avahiyê kirin.
Li gorî medyaya herêmî, herî kêm çar apartman û çend otomobîlên ku li nêzîkê parkkirî bûn zirar dîtin.
Vîdyoyan nîşan dan ku niştecihên avahiyê, hin ji wan bi cilên xwe yên pijamayê, piştî teqînê direvin kolanê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber hewaya dijwar a serma, li Xezzeyê kampên konan di bin avê de man, ji ber serma û hilweşînê neh Filistînî şehîd bûn. Bi hezaran kon wêran bûn û bi deh hezaran kes bêparastin man.
Li başûrê Hîndistanê otobûs gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 9 kes mirin, 29 kes jî birîndar bûn.
Balafirên herbê yên sîyonîstên îşxalker êrîşê derdorê bajaroka Ansar û herêmên çîya û gelîyên Libnanê kirin.