Li Hîndistanê otobûs gêrê şerempolê bû: 9 mirî 29 birîndar
Li başûrê Hîndistanê otobûs gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 9 kes mirin, 29 kes jî birîndar bûn.
Qeza li nêzê gundê Tulasipakalu ya Andhra Pradeshê pêk hat.
Li gorî daxuyanîya polêsan, otobûs ji rê derketîye û gêrê şerempolê bûye, herî kêm 9 kesan canê xwe ji dest dane, 29 kes jî birîndar bûne.
Hat îfadekirin ku di nav otobûsê de 35 rêwî, du şofêr û muawînekî hebû.
Piştî qezayê ekîban û gundîyan bi hev re dest bi xebatê kirin.
Hat diyarkirin mirovên ku di nav otobûsê de bûne, geştyarên mehellî yên ku ji Gelîyê Arakuyê hatine û ew ê di saetên serê sibehê de biçûne perestgeha Bhadrachalamê bûne.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin û hêj berdewam dike.
Rayedarek polêsan îfade kir dibe ku otobûs ji ber mijê dema ku gelîyê derbas dikir pêşîya xwe nedîtibe û ketibe xwarê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajarê Tver ê Rûsyayê, di êrîşa dronê de 7 kes birîndar bûn.
Ji ber hewaya dijwar a serma, li Xezzeyê kampên konan di bin avê de man, ji ber serma û hilweşînê neh Filistînî şehîd bûn. Bi hezaran kon wêran bûn û bi deh hezaran kes bêparastin man.
Balafirên herbê yên sîyonîstên îşxalker êrîşê derdorê bajaroka Ansar û herêmên çîya û gelîyên Libnanê kirin.