Îşxala ku ji sibehê ve bi hincetên cuda agirbest binpê kir û herî kêm 31 kes şehîd bûn, ragihand ku agirbest saet 12.15an destpê kiriye. Ji aliyê din ve jî wê di saet 17.00an de hevdîtina yekemîn a rehîneyan pêk were.
Di encama bombebarana firoke û topxaneyên rêjîma îşxalker li ser navçeyên curbicur ên Şerîda Xezzeyê, bi eşkereyî binpêkirina agirbestê, ji îro sibehê ve herî kêm 31 kes şehîd bûne û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Di encama bombebarana balafirên îşxalê yên li Xan Yunusê de herî kêm 2 wesayitan 6 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Parastina Sivîl Mahmud Basal di daxuyaniya xwe ya danê sibê de diyar kir ku di êrîşên di deqîqeyên ewil ên ragihandina agirbestê de herî kêm 9 kes şehîd bûne û zêdeyî 25 kes jî birîndar bûne.
Li Refahê di êrîşa bi drone ya îşxalê de 2 kes şehîd bûn.
Di êrîşa bombeyî ya ku ji aliyê dagirkeriyê ve li dijî kampa Şebûra ya Refahê hat lidarxistin de 1 kes şehîd bû.
Medyaya herêmî ragihand ku di encama bombebarana dagirkeran îşxalkeran de li bajarokê Huzaa yê rojhilatê Xan Yûnisê, di dema kontrolkirina malên welatiyan de 5 kes şehîd bûne û 5 kes jî birîndar bûne.
Di êrîşa bombeyî ya ku ji teref îşxalkeran ve li ser Beyt Hanûna li bakurê Xezzeyê hat lidarxistin de 3 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Rayedarên îşxalê jî diyar kirin ku navên lîsteya girtiyan gihiştiye destê wan û agirbesta rastî saet 12.15an dest pê kiriye.
Li gor çapemeniya îşxalker îro saet 17.00an 3 mehkûmên siyonîst dê bên guherandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 913an û hejmara birîndaran jî derket 110 hezar û 750an.
Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS ragihand ku tê payîn lîsteya navên 90 girtiyên Filistînî yên ku di roja ewil a agirbestê de bên eşkerekirin, bê ragihandin.
HAMASê hereketa berxweana Îslamî ya Filistînê got, “Bi ketina rewacê ya agirbestê re, em soza xwe ya bicihanîna xalên vê peymanê dubare dikin. Ev peyman encama berxwedana mezin a gelê me, sebra wan û îradeya efsanewî ya berxwedana me ya qehreman a li dijî mekîneya teror û mirinê ya siyonîst e.”