Ji siyonîstên îşxalker protestoya pevguhartina êsîran
![Ji siyonîstên îşxalker protestoya pevguhartina êsîran Ji siyonîstên îşxalker protestoya pevguhartina êsîran](/img/NewsGallery/2025/2/11/442050/FeaturedImage/ed8f01ba-636c-49de-9eee-ff989c0f450a.webp)
Xwepêşanderên li Tel Avîva îşxalkirî kom bûn û kolana Ayalon li trafîkê girtin, daxwaza berdewamkirina peymana pevguhertina êsîran kirin.
Xwepêşanderên ku xwestin peymana pevguhertina êsîran berdewam bike li Kolana Ayalon a Tel Avîvê xwenîşandanek li dar xistin. Çapemeniya îşxalê ragihand ku çalakgeran kolan ji trafîkê re girtin û bang li rayedaran kirin ku bicihanîna peymanê bidomînin.
Hat ragihandin ku xwepêşanderan ji hikûmeta îşxalê dixwazin ku gavên pevgihartina êsîran bên bilezkirin, qaşo polîsê îşxalê mudaxeleyî xwepêşanderan kir.
Di aliyeke din HAMAS ragihandibû, ji ber ku siyonîstên îşxalker peymana pevguhartina êsîran îxlal kiriye pevguhartina êsîran a ku wê vê Şemî bihata kirin hatiye taloqkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji lîderên Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) Samî Ebû Zuhrî jî bersiva quretiya Trump a der barê teslîmkirina hemû êsîran da û got, "Tu qîmeta zimanê tehdîdê nîne".
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 219 kesan û 111 hezar û 665 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku siyonîstên îşxalker ên ku êrîşî bajarê El Xelîlê yê Şerîeya Rojava kirin, 10 malên Filistîniyan bi maşînên giran hilweşandin.