Ji Sûrîyeyê gavên ku piştgirîyê dide ji nû ve avakirinê

Sûrîye fonên dewletê û encûmeneke aborî ava dike da ku piştgirîya ji nû ve avakirinê bike.
Li gorî ajansa nûçeyan a dewleta Sûrîyeyê SANA, Serokkomarê Sûrîyeyê Ehmed el-Şaraa rêze ferman derxistiye ku di çarçoveya hewildanên ji bo piştgiriya ji nû ve avakirina welatê ku ji ber şer wêran bûye de, Fona Geşepêdanê, Fona Serweriyê û Konseya Bilind a Geşepêdana Aborî ava kiriye.
Di biryarnameyê de hat gotin ku Fona Geşepêdanê ji bo piştgirîkirina tamîrkirin û pêşxistina binesaziya krîtîk, di nav de rê, pir, torên av û elektrîkê, balafirgeh, bender, pergalên ragihandinê û karûbarên giştî yên din ên bingehîn hatîye çêkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca fonê ew e ku projeyên pêşkeftin û hilberînê bicîh bîne, karanîna çavkaniyên mirovî û maddî û pisporiya teknîkî li giştîyê sektoran baştir bike, û bi rêya veberhênanên hedefgirtî û cihêreng vejîna aborî bilezîne.
Sûrîyeyê her wiha bi biryarnameyeke cuda, bi armanca pêşxistina aramiya aborî, vejandina aborî û pêşkeftina domdar, damezrandina Konseya Bilind a Geşepêdana Aborî ragihand. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Baranên musonê ku li Pakistanê dibare bû sedema lehîyê, di encama lehîyê de heta niha 98 kes mirin, birîndar jî gihîştin 185 kesan.
Hamasê diyar kir ku qaşo serokwezîrê rejîma sîyonîst, Benyamin Netanyahu, bi zanebûn peymana danûstandina berfireh sabote kiriye û berdewamiya êrîşan li ser gelê Xezzeyê pêk anîtîye. Tevgerê tekez kir ku danûstandinên berpirsiyar ji bo agirbestek daîmî û danûstandina êsîrên hevbeş berdewam dikin.
Li Şerîaya Rojava berxwedana li dijî îşxalkeran berdewam dike. Di 24 saetên dawî de di 15 xwepêşandanên cuda de siyonîstek hat kuştin û çar leşker jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyan, di çarçoveya pêvajoya bêçekkirina PKKê de, komek endamên PKKê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê çekên xwe şewitandin.