Ji teref Mucahîdîn Qessam ve li pey hev operasyonên serkeftî

Tûgayên Qessam, baskê leşkerî yê HAMASê, îro û di dîrokên cûda de li deverên cuda yên Xezzeyê di operasyonên ku hatin lidarxistin de leşkerên îşxalker û wesayîtên wan bêtesîr kirin û hewl dan leşkerekî îşxalker bigirin.
Tûgayên Qessam li ser qenala xwe ya Telegramê derbarê operasyonên ku îro û di tarîxên cuda de pêk anîne de agahî dan.
Mala ku leşkerên îşxalker tê de bûn hat teqandin
Li gorî vê yekê, piştî vegera ji xeta şer, Mucahîdên Qessam rast kirin ku di 24ê Hezîrana 2025an de, yekîneyeke piyade ya îşxalker ku li taxa Beyuk a navenda bajarê Xan Yûnis ketiye xaniyekî ku berê tê de asê maye, bûye hedef û xanî hatiye teqandin, di encamê de kuştî û birîndar hene.
Bi heman awayî, Mucahîdên Qessam piştrast kir ku buldozereke zirxî ya celebê "D9" a îşxalker bi teqemeniyeke bidestçêkirî ya celebê "Şewaz" - operasyoneke fedakariyê - li herêma Ma'n a başûrê Xan Yûnisê, di 24ê Hezîrana 2025an de hatiye hedefgirtin.
Îro danê sibê, Mucahîdên Tûgayên Qessam li herêma Ebasan el-Kebira, rojhilatê Xan Yûnis li başûrê Xezzeyê, êrîşî komeke leşker û wesayîtên dijmin kirin.
Qessam hewl da leşkerekî îşxalker bigire
Mucahîdan bi roketên dijî-tank ên Yasîn 105 tankek Merkava û wesayîtek zirxî ya siyonîst hedef girtin. Her wiha bi roketên Yasîn 105 du buldozerên leşkerî jî xistin.
Piştî vê yekê, micahîdên Qessam ber bi leşkerên dijmin ve çû û bi çekên sivik êrîşî wan kir. Mucahîdan hewl dan ku yek ji leşkeran bigirin, lê ji ber ku şert û mercên meydanî ne guncaw bûn, wan leşker bêbandor kirin û çeka wî wek xenîmet birin. Mucahîdan her wiha dîtin ku helîkopterên dijmin li herêmê daketin da ku birîndaran tehliye bikin.
Piştî vegera ji xeta şer, Mucahîdên Qessam piştrast kir ku wan di 4ê Tîrmeha 2025an de li herêma Ebasan el-Kebira, rojhilatê Xan Yûnis, tankeke siyonîst a cureyê Merkava bi mayîneke bejahî ya bi kapasîteya bilind hedef girtiye.
Şervanên Qessam, ku ji cepheya şer vegeriyan, piştrast kirin ku wan di 5ê Tîrmeha 2025an de li Kolana Serarî ya li Cebeliya, bakurê Xezzeyê, buldozereke leşkerî ya D9 bi mayîneke bejahî ya bi bandor hedef girt.
Di heman demê de, doh, Tûgayên Qessam li herêma Ebasan el-Kebira, rojhilatê Xan Yûnisê, bi roketek RPGê keştîyek leşkerî ya ku du leşkerên sîyonîst hildigirt hedef girt. Piştî operasyonê, Mucahîdan dîtin ku helîkopterên dijmin ji bo veguhestina birîndaran li herêmê dadikevin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çeteyên çekdar ên Cihûyî êrîşî bajarokê Sincilê yê li bakurê Ramallahê kirin û du Filistînîyên 23 salî kuştin. Kenê li ser rûyê Mihemed El Şelbî, ku cenazeyê wî piştî çend seatan hate dîtin, berxwedana adil a gelê Filistînê nîşan da.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî, got ku bernameya wan a nukleerî armancekî aştîyane di nav xwe de dihewîne û di çarçoveya Peymana Pêşgirtina Belavbûna Çekên Nukleerî (NPT) de tê meşandin.
Balafirên herbê yên sîyonîstan li bakur, orte û başûrê Xezzeyê êrîşên asîmanî pêk anîtin. Di encama van êrîşan de herî kêm 48 kes şehîd bûn. Îşxalkeran di vê êrîşê de çadiran, herêmên ku sîvîl lê dicivin û xanîyan hedef girt.
Baranên musonê ku li Pakistanê dibare bû sedema lehîyê, di encama lehîyê de heta niha 98 kes mirin, birîndar jî gihîştin 185 kesan.