Karwana Hêvîyê ya ku li çar alîyê dinyayê xebatên alîkarîyê bikartîne, ji bona ku hinek projeyên xwe çêbike di 11ê Îlonê de diçe Ugandayê.
Karwana Hêvîyê ya ku di serî de li Tirkîyeyê li gelek welatên Efrîqa û Asyayê jî xebatên alîkarîyê bikartîne, salik dozdeh meh projeyên xwe dike rewacê.
Sekreterê Giştî yê Karwana Hêvîyê Mehmet Nurullah Gunaydin, îfade kir ku ew wek weqfê ji bona ku xwe ji mihtacan re bighêjînin wê di 11ê Îlonê de biçin Efrîqayê.
Gunaydin di axavtina xwe de weha got, “Em ê bi tevî eqîqe, qurban û nezirên ku we daye me ji sifreyên mezluman re bibin wesîleya bereketê. Em ê di belavkirina şîva germ de qîmeta tasekî şorbeyê hîn bibin, em ê carekî dinê jî bibînin ku loqmekî nan çiqas biqîmet e. Em ê bi tevî belavkirina zexîreyê mezlûman têr bikin. Em ê temela Camîya Îsmaîl Henîyye bavêjin û bi vê şeklê li vê derê mescîdekî vebikin. Em ê bi belavkirina Qurana Pîroz gotinên Xwedê bighêjînin diyarên dûr. Em ê ji bona ku projeya bizîna bi şîr bikin rewacê wê li wê derê bin. Em ê ji xûşk û birayên xwe yên li wê derê re pakêtên lazimatîyan belav bikin.”
Gunaydin îfade kir ku li Efrîqayê bi hezaran însan ji ber nexweşîna kataraktê nikarin bibînin û bi tevî şîara “Dibe ku Emelîyatekî Dinyaya Însanekî Ronî Bike” wê dest bi projeyê bikin û zarokan emelîyat bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 707an û hejmara birîndaran jî derket 110 hezar û 265an.
Li nêzê bajara Reşta Îranê balafireke perwerdehîyê ji ber xerabûneke teknîkî ket xwarê, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.
Volkana Îbuyê piştî teqînê stûneke ax a 4 hezar metre bilind derxist.
Bi dehan kedxwarên sîyonîst îro di bin parastina polêsên îşxalker de avêtin ser hewşên Mescîda Eqsayê.