Katilên îşxalker di nav du hefteyan de li Xezzeyê nêzê hezar heb însanan şehîd kir
Di êrîşên ku ji teref siyonîstên îşxalker ve di nav du hefteyên dawîn de li ser Xezzeyê hatin kirin de 777 Filistînî şehîd bûn û 2 hezar û 210 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê ve hat dayîn de derbarê êrîşên qatilên sîyonîstên îşxalker ên 389 rojan de li ser Xezzeyê agahî hat dayîn.
Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da di "4 qetlîamên" ku qatilên sîyonîstên îşxalker li deverên curbecur ên Xezzeyê kirin de 41 kes şehîd bûn û 113 kes jî birîndar bûn.
Li gor daneyên Wezaretê di 2 hefteyên dawîn da di êrîşên ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve hatin kirin de 777 Filistînî şehîd bûn û 2 hezar û 210 kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku di êrîşên îşxalkeran ên ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li ser Xezzeyê hatin kirin de hejmara şehîdan derket 43 hezar û 61an û hejmara birîndaran jî derket 101 hezar û 223an.
Li vê daxûyaniyê her wiha dupat kir ku hîna jî cenaze di bin xirbeyan û li kêleka rê de mane, lê ekîbên tenduristiyê û rayedarên berevanîya sivîl ji ber astengiyên sîyonîstên îşxalker nikarin xwe bigihînin cenazeyan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Veguhestina behrê li Tengava Hurmuzê, ku şerê di navbera Komara Îslamî ya Îran û Emrîkayê de berdewam dike, dîsa kêm bûye. Hat ragihandin ku di 15ê Îlonê de tenê 3 keştî ji tengavê derbas bûne.
Tevgera Ensarullahê tohmetên Erebistana Siûdî yên ku dibêjin Yemen Mekkeyê hedef digire red kir û diyar kir ku operasyonên wan tesîsên petrolê û baregehên leşkerî yên dûrî cihên pîroz hedef girtine.
Hat îfadekirin ku ji ber hilweşîna madena zêran a li herêma Kordofan a Rojava herî kêm 60 kesan canê xwe ji dest dan, xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Beşek muhîm a înşaeta “Projeya Nexweşxaneya Sehra Al Cela” ku ji teref Weqfa Êtîman ve li Xezzeyê hat destpêkirin temam bû.