Komên Durzî bi piştgiriya sîyonîstan seferber bûn, hêzên eşîran bersivê dan

Li Siwêdayê, başûrê Sûriyeyê, komên çekdar ên Durzî yên ku ji teref rejîma sîyonîst ve tên piştgirîkirin li dijî hikûmetê serî hildan. Piştî komkujiyên li dijî eşîrên bedewî yên li herêmê, hêzên eşîran êrîşeke dijber dan destpêkirin û ketin navenda bajarê Siwêdayê.
Şer û pevçûnên di navbera komên çekdar ên Durzî yên ku bi piştgiriya rejîma sîyonîst tevdigerin û eşîrên Ereb ên Bedewî li parêzgeha Suweydayê ya li başûrê Sûriyeyê, herêmê ber bi şerekî navxweyî yê nû ve dibe. Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên eşîran, ku kontrola gundewarê rojava bi dest xistine, ketine navenda bajarê Suweydayê.
Piştî vekişîna artêş û hêzên ewlehiyê ji herêmê, pevçûn ji ber êrîşên komên Durzî yên li dijî sîvîlên bedewî dest pê kirin. Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA ragihand ku li gelek deverên niştecihbûnê, bi taybetî li taxa Meqûs, komkujî li dijî jin û zarokan pêk hatine.
Hat ragihandin ku malên bi sedan malbatên eşîra bedewî hatine şewitandin û herî kêm hezar sîvîl ji teref milîsên Durzî ve li bajarê Şehba hatine girtin. Van pêşketinan nîşan dan ku komên Durzî ne tenê li dijî komên eşîrî, lê di heman demê de rasterast li dijî dewleta Sûrîyeyê jî ber bi serhildaneke çekdarî ve diçin.
SANA piştrast kir ku rejîma sîyonîst êvara pêncşemê di nav pevçûnan de li derdora Suweydayê êrîşeke hewayî pêk anîye.
Piştî ku hêzên eşîran êrîşeke dijber kirin û ketin navenda bajarê Suweydayê, Hikmet el-Hicrî, kesayetiyek navdar di civaka Durzî de, ji hikûmeta Şamê xwest ku "hêzan ji bo rawestandina pevçûnan" bişîne.
Her çiqas el-Hicrî di daxuyaniyên xwe de îddîa dike ku ew nakokiya mezhebî red dike jî, ew wekî beşek ji vê serhildana çekdarî ya li herêmê, ku bi piştgiriya rejîma sîyonîst pêk tê, tê dîtin. el-Hicrî her wiha îddîa kir ku Suweyda "herêmeke karesatê" ye, û daxwaza vekirina korîdorek mirovî ji bo deverên ku ji hêla SDF (şaxa Sûriyê ya PKK) ve li bakur-rojhilat têne kontrol kirin, û her weha vekirina deriyek sînor ji hêla Qiralê Urdunê Abdullah ve kir.
Ev hemû gav wekî hewldanek ji teref komên Durzî ve têne şîrovekirin ku ji hikûmeta Sûrîyeyê serbixwe tevbigerin û rê li ber destwerdana biyanî vekin. Lêbelê, hinek şêxên Durzî bi eşkereyî piştgiriya xwe ji bo hikûmeta Şamê ragihandine û daxwazên ji bo destwerdana biyanî red kirine.
Geşedanên li Suweydayê rasterast bi stratejiya rejîma siyonîst a ji bo bêîstîqrarkirina herêmê ve girêdayî têne hesibandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî, îddîayên Fermandarîya Hêzên Navenda Emrîkayê (CENTCOM) ku digot, komekî leşkerî ya bi navê Hêzên Berxwedana Netewî ya Yemenê (NRF) tê zanîn, li Yemenê sewqîyatekî çekan a Îranê ku “Gelek Mezin e” ji Husîyên li Yemenê re diçû bidestxistine, wek “bêbingeh û parçeyek kampanyaya propagandaya li dijî Îranê” nirxand.
Endamê Biroya Sîyasî yê HAMASê û Mesulê Karên Qudsê Harun Nasiruddîn, bal kişand ku berxwedana gelê Qudsê wê projeyên sîyonîstan beredayî bike. Nasiruddîn, bang li ummetê kir ku xwedî li Mescîdî Eqsayê derkevin.
Wezareta Karên Hindir ê Sûrîyeyê weha got, “Xeberên ku Hêzên me yên ewlehîyê ketine Siwêdayê rastîyê nîşan nadin.”
Welatên Ewrûpayê, Îranê dîsa bi mueyyîdeyên neqanûnî tehdîd kirin. Tehran jî ev rewşa Rojavayê wek “sabotejekî nû ya dîplomatîkî” nirxand.