Krîza mirovî li Xezzeyê kûrtir dibe: Bombebaran li herêmên agirbestê berdewam dike
Sînordarkirinên alîkariyê yên rejîma sîyonîst û îxlalkirinên leşkerî yên berdewam "agirbesta nazik" li Xezzeyê gihandiye ber hilweşînê. Ajansên Neteweyên Yekbûyî hişyarî didin ku bi mîlyonan sivîl ji bo jiyanê têdikoşin.
Ji ber îxlalkirinên leşkerî yên berdewam ên rejîma sîyonîst û sînordarkirinên li ser alîkariya mirovî, Xeta Xezzeyê ber bi karesateke nû ve diçe. Saziyên navneteweyî hişyarî didin ku "agirbesta nazik" dikare di her kêliyê de hilweşe û sivîl di nav kêmbûna xwarin, av, derman û stargehê de ji bo jiyanê têdikoşin.
Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî radigihînin ku rejîma sîyonîst rê li ber peydakirina pêdiviyên bingehîn û pêdiviyên tendurîstî yên bingehîn, bi taybetî ji bo zarok û nexweşan, digire. Wêneyên satelîtê wêraniyeke berfireh nîşan didin, hetta li deverên ku wekî "herêmên agirbestê" hatine ragihandin jî.
Nexweşî û birçîbûn zêde dibin
Ji bilî astengiyên li deriyên sînor, bi hezaran Filistîniyên koçber di konan de dijîn ku bê av, elektrîk û paqijiyê ne. Rêxistina Doktorên Bêsînor (MSF) diyar kir ku tevî agirbestê jî, dagirkerî rojane sivîlan hedef digire, û hejmara qurbaniyan zêde dibe, nemaze li ser "xeta zer".
Heyva Sor a Xezzeyê diyar kir ku krîza avê gihîştiye asteke talûke. Li gorî ajansê, ji destpêka şer ve %80ê ava Xezzeyê qirêj e û zêdetirî 70 hezar bûyerên hepatîtê hatine qeydkirin.
Li herêmên agirbestê bombebaran
Artêşa rejîma siyonîst vê dawiyê li rojhilatê Xan Yûnisê operasyoneke nû ya hilweşandinê da destpêkirin, îro sibê êrîşên hewayî yên dijwar û bombebaranên bi dronan li herêmê pêk anîn. Di heman demê de, "kemberên agir" li dora Beyt Lahiyê hatin avakirin, ku deverên niştecihbûnê yên li bakur hedef digirin.
Ev êrîş, tevî agirê topan ji deryayê, wekî îxlalkirinek eşkere ya agirbesta ku di 10ê Cotmehê de ket meriyetê têne hesibandin.
Alîkarî hatiye rawestandin
Her çiqas çapemeniya siyonîst îddîa dike ku rejîm plan dike ku xala derbasbûnê ya "Zikim" bi qismî veke jî, rayedarên UNRWAyê diyar kirine ku hîn destûr nehatiye dayîn ku alîkarî derbas bibe. Li gorî raporê, nêzîkî 6.000 qamyonên alîkariyê hîn jî li ser sînor asê mane û xwarin û derman jî hatine astengkirin.
Berdevkê UNICEFê Ricardo Peres diyar kir ku ji meha Tebaxê ve rejîma Siyonîst bi hinceta "du bikaranînan" nêzîkî 1.6 milyon derzî û 938 hezar şûşeyên formula pitikan desteser kiriye. Her wiha tekez kir ku sarincên ku bi enerjiya rojê dixebitin, ku ji bo parastina vakslêdanan girîng in, nayên qebûlkirin ku bikevin Xezzeyê.
Sîstema tenduristiyê têk çûye
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku zêdetirî 6.000 birîndarên ku ling an destên wan hatine jêkirin, hewceyî rehabîlîtasyonek demdirêj in, ku ji sedî 25ê wan zarok û ji sedî 12 jî jin in.
Di heman demê de, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor ragihand ku ew ê bi hevrêziya Tûgayên Qessam operasyonek ji bo lêgerîna cenazeyên leşkerên siyonîst ên winda li "herêma zer" bidin destpêkirin.
Fermandarê Hêza Hewayî ya rejîma sîyonîst, Tomer Bar, ragihand ku artêş "di her kêliyê de amade ye ku şer ji nû ve dest pê bike." Çavdêran hişyarî dan ku tehdîdên leşkerî yên zêde dibin û hilweşîna mirovî dikare agirbestê bi tevahî bi dawî bike.
Neteweyên Yekbûyî, tekez kir ku zêdetirî 2 mîlyon mirov li Xezzeyê di "şert û mercên ku nayên jiyîn" de hewl didin bijîn, û daxwaza mudaxeleya bilez ji civaka navneteweyî kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi sedan sîyonîstên îşxalker, di bin parastina rejima îşxalker de, êrîşî Mescîda Eqsayê kirin û li hewşa wê merasîmek li dar xistin.
UNRWA ragihand ku di êrîşa du salan a rejîma îşxalker de, bi nêzîkbûna zivistanê bi deh hezaran malbat li Şerîda Xezzeyê neçar mane ku di konan de bijîn.
Li bajar û gundên başûrê Lubnanê, ku artêşa sîyonîst bi hewa û topên giran hedef girt, deverên sivîlan hatin bombebarankirin. Li derdora Meys el-Cebel û Hûlayê teqîn çêbûn.
Li gorî daneyên Navenda Agahdariyê ya Filistînî "Ma'ta", di 24 saetên dawî de li Şerîaya Rojava 22 çalakiyên berxwedanê pêk hatine. Gel bi kevir, kokteylên molotof û teqemeniyên destçêkirî bersiv daye îşxalkeran.