Kremlîn: Putin û Trump dê hev bibînin

Kremlinê ragihand ku di rojên pêş de ew ê di navbera Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Emrîkayê Donald Trump de hevdîtinek dualî were lidarxistin.
Şêwirmendê Kremlinê Yuri Ushakov roja Pêncşemê di bernameyeke televîzyonê de got, "Bi bingehîn, lihevkirinek hatiye kirin ku di navbera Serok Putin û Donald Trump de di asta herî bilind de, li gorî pêşniyara aliyê Emrîkayê, civînek were lidarxistin."
Uşakov got, "Me niha dest bi amadekariyên berbiçav ji bo hevdîtinên bi hevpîşeyên xwe yên Emrîkayî re kiriye." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Karên Derve yê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, biryara bi temamî bidestxistina Xezzeyê ya rejima îşxalker bi tundî şermezar kir.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 61 hezar û 369an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 152 hezar û 850 kesan.
Li Xezzeya ku bi dorpêç û êrîşên rejima îşxalker xela kurtir dibe, di nav 24 seatên dawîn de 11 kesên dinê jî ji birçîna canê xwe ji dest dan û şehîd bûn.
Polêsê Efxen, li başûrê Efxenistanê 9 ton tiryakê îmhe kirin û 100 kesan jî binçavkirin.