Li wîlayeta Xora rojavaya Efxenistanê laboratûwarekî tiryakê hat tespîtkirin û dûre hat îmhekirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Artêşa Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku ji gundê Sia Sangaka ku girêdayê navçeya Devletyara wîlayeta Xorê ye re operasyonek hat lidarxistin.
Di operasyonê de laboratûwarekî tiryakê hat tespîtkirin û dûre ew hat îmhekirin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêzên artêşa Emîrtîyê li ser îxbarekî çûn gund û di encama operasyonê de 300 kîlom tiryak û amûrên ku tiryakê çêdikin hatine bidestxistin, tiryak û amûrên ku hatine bidestxistin hatin şewitandin.
Hêzên Emîrtîyê, çend roj berê li wîlayeta Bamîyanê jî opersayonên ewakî li dar xistibûn û 10,5 ton tiryak hatibû şewitandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di çarçoveya peymana di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de 3 êsîrên îşxalker û 5 êsîrên Taylandî teslîmî tîmên Xaça Sor hatin kirin.
Hat ragihandin ku Salman Momikayê ku li Swêdê bi şewitandina pirtûka pîroz a Mislimanan Qur'anê bû sedema hêrseke mezin û hat kuştin.
Li wîlayeta Xost a Efxenistanê di êrîşa çekdarî ya li ser malekê de 10 kesan canê xwe ji dest dan.