Li Îranê 7 kes di lehîyê de birîndar bûn
Li bajara Astaraya girêdayê wîlayeta Gîlana Îranê lehî pêk hat di encama lehîyê de 7 kes birîndar bûn.
Walîyê Astarayê Muhammed Riza Şahabzade, diyar kir ku li bajar baraneke tund barîya. Şahabzade weha got, “2 wesayîtên ku di lehîyê de li ser pirê bûn ketin nav çem, 7 kes birîndar bûn.”
Şahabzade, îfade kir ku li giştîyê welat xebatên lêgerîn-xelaskirinê berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li kantona Graubûnden a li rojhilatê Swîsreyê otobûseke geştiyarî ya ku geştiyarên Hollandî tê de bûn, wergeriya, di encamê de gelek kes mirin û birîndar bûn.
Li gorî medyaya Amerîkî, hinek berpirsên payebilind û pisporên Qesra Spî nirxandina xwe ya ku dibêjin şerek bi Îranê re dikare heta dawîya dema serokatiya wî, di Çileya 2029an de, bidome, ji Trump re ragihandine. Di axaftina xwe ya doh de, Trump diyar kir ku şerê bi Îranê re ew ê di demek kurt de piştî hilbijartinên navîn ên Mijdarê bi dawî bibe.
Li Kenyayê, greva 43 rojî ya hemşîreyan piştî peymana vegerandina kar a di navbera hikûmet û sendîkayê de bi dawî bû.
Hêza Behrê ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ragihand ku wan li Tengava Hurmuzê balafireke bêmirov a Saildrone Explorer a Amerîkî ku ji bo keşf û çavdêriya deryayî dihat bikaranîn, hedef girtiye.