Li Îranê derbeyeke giran li sîxûrên Mossadê hat xistin: 148 kes hatin binçavkirin
Hêzên ewlehiyê yên Îranê di operasyonên berfireh ên di neh rojên dawî de bi tevahî 148 kes bi şibheya têkiliyên bi Mossadê re binçav kirine.
Operasyona herî berfireh li parêzgeha Xuzistanê hate kirin. Dozgeriyê ragihand ku 54 kes, ku wekî girêdayî servîsa îstîxbaratê ya rejîma sîyonîst Mossadê têne hesibandin, bi sûcên sîxurî û propagandaya dijmin hatine girtin. Hat diyarkirin ku van kesan naverokên ku armanca wan li ser medyaya civakî provokekirina raya giştî ne çêkirine û hewl dane ku agahiyan belav bikin.
Operasyoneke din li parêzgeha Hemedanê hate kirin. Polêsên Ewlekariya Giştî ragihand ku 30 kes ji ber dayîna agahiyan ji Mossadê re hatine binçavkirin. Hat ragihandin ku hinek ji van kesan banga xwepêşandanan kirine û çalakiyên dîjîtal ên ku aramîya navxweyî ya Îranê hedef digirin, pêk anîne.
Li parêzgeha Xorasana Bakur (Xorasan Shomali), kesek bi sebeba ku wî fotoxrafên avahiyên giştî kişandiye û ji Mossadê re şandiye, hate girtin. Rayedaran diyar kirin ku ev kesê navborî dema ku li deverên hesas keşfê dikir, li ser sûc hate girtin.
Li herêmên sînorî yên nêzîkî rojavayê Tebrîzê, hêzên ewlehîyê komek ji heşt ajanên ku dixwestin bi awayekî neqanûnî biçin derveyî welat girtin. Hat ragihandin ku van kesan belgeyên têkildarî Mossadê hildigirtin û hewl didan ku agahiyan veguhezînin derveyî Îranê.
Di operasyoneke dinê de jî li derdora paytext Tehranê, du ajanên biyanî hatin girtin. Rayedarên Îranî diyar kirin ku ev kes hewl didan agahiyên stratejîk ên li ser Sada (weşana fermî) û binesaziya ragihandinê ji têkiliyên Mossadê yên li Elmanya re bişînin.
Her wiha li parêzgeha Bûşehrê neh kesên ku tê îddîakirin ku bi rêxistinên dijî rejîmê re têkilî hene hatin girtin. Hat ragihandin ku kesên hatine girtin beşdarî çalakiyên ku ewlehiya Îranê tehdît dikin bûne û bi têkiliyên biyanî re di têkiliyê de ne.
Rêveberiya Îranê diyar dike ku ev operasyon ne tenê beşek ji şerê îstîxbaratê ne, lê di heman demê de şerekî psîkolojîk e ku berxwedana sivîlan hedef digire. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.
Rejîma îşxalker îro serê sibê bi ser gelek deverên Şerîaya Rojava de girt û gelek kes desteser kir.
Nûnerê taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, li Berlînê bi Zelenskî û rêberên Ewropî re dicive, wekî beşek ji hevdîtinên ku armanca wan bidawîanîna şerê li Ukraynayê ye. Lêbelê, paytextên Ewropî berî destpêkirina danûstandinan ji Washingtonê garantiyên ewlehiyê yên zelal dixwazin.
Piştî ku wesayîteke leşkerî li Suweydayê ji teref dronekê ve hate hedefgirtin, hêzên ewlehîyê yên Sûrîyeyê agirbest wekî îxlalkirin îlan kirin û peyama "bersiveke tund" dan komên çekdar.