Li bajarê Humsê yê Sûriyeyê, êrîş li ser otobusekê hat kirin: 7 mıri, 4 birîndar
Di êrîşeke li ser otobûsekê li ser pira Mesyafê li gundewarê Humsê de heft kes hatin kuştin û çar kes birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan a fermî SANA, bi îsrar çavkaniyek ji Rêveberiya Tenduristiyê ya Humsê got, "Piştî ku otobusek li ser pira Masyafê hate gulebarankirin, heft mirî û çar birîndar ji nexweşxaneyên Humsê re hatin veguhestin."
Li gorî nûçeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser êrîşa li ser otobusê li pira Masyafê lêpirsîn dane destpêkirin û ji bo tespîtkirin û dadkirina kesên têkildar dest bi xebatê kirine.
Derbarê nasnameya kesê ku ji êrîşê berpirsyar e de hêj tu agahî nehatine dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Zakatala ya Azerbaycanê di mezinahîya 4.2yan de erdhejek rûda.
Daxuyaniya dawî ya Serokê Emrîkayê Donald Trump derbarê vekişîna hêzên leşkerî ji îraqê de pirsên li ser vê yekê derxist holê ku gelo îşxala Emrîkayê ya li ser Îraqê bi dawî dibe an tenê şêweyê wê diguhere.
Îşxalkerên sîyonîstî bi 12 wesayîtên leşkerî ketin gundê Seyde Golan li gundewarê Quneytreyê.