Li ser ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê êrîşa ÎHAyê
Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Duşemê rastî du êrîşên bê firokevan hat.
Daxuyaniyek ji dezgehên ewlehiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da ku êrîş ji axa Îranê hatiye kirin. Di daxuyaniyê de nehatiye diyarkirin ka dron li hedefên xwe xistine an na, lê hatiye ragihandin ku ti qurbanî an birîndar tune ne.
Heta niha ti komek xwedî li êrîşê derneketîye.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de êrîş wekî bêwijdanî û nayê qebûlkirin bi nav kir û got ku ew tehdîdek rasterast li ser ewlehî û aramîya herêmê çêdike.
Barzanî diyar kir ku di êrîşê de ofîsa wî û herwiha mala serokê Ajansa Ewlehî û Îstîxbarata Herêma Kurdistanê bûne hedef. Wî her wiha got ku êrîş di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Yekîneya Dijî Terorê ya Kurdistanê ve hatiye destnîşankirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di navbera Tirkîye, Qeter, Pakistan û Endonezyayê de Peymana Zebtê ya bi navê "Bedr"ku tê de hilberîna hevbeş, lêkolîn û pêşvebirin û perwerdehiya teknîkî di pîşesaziya parastinê de cih digire hate îmzekirin.
Kermesa xêrxwaziyê ya ku ji hêla Karwana Hêvîyê ve li Êlihê ji bo piştgiriya malbatên feqîr û bêkes tê lidarxistin, ew ê ji 21-25ê Cotmehê ji bo gel vekirî be.
Hinek kesên li Tirkîyeyê ku li dijî qedexeya hîcabê li Azerbaycanê xwepêşandan kirin û rexne li reftarên li hember xwendekar û mamosteyan girtin, ji aliyê hikûmeta Azerbaycanê ve bûne hedef.
Li navçeya Argan a Meletîyê di qezaya trafîkê ya du wesayîtan de şeş kes birîndar bûn, hat ragihandin ku rewşa birîndarekî giran e.