Balafireke şer a F-35B li Emrîkayê ket xwarê
Balafireke şer a F-35B li nêzî Baregeha Hewayî ya Miramar Marine Corps li Kalîforniyayê ket xwarê. Pîlotê ku ji balafirê derket, rakirin nexweşxaneyê û li ser sedema qezayê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Balafireke şer a F-35B li nêzî Baregeha Hewayî ya Miramar Marine Corps li San Diego, Kalîforniyayê ket xwarê.
Li gorî raporên çapemeniya herêmî ya Amerîkî, balafireke şer a F-35B ya aîdî 3yemîn Baskê Hewayî yê Deryayî li nêzî baregehekê ji ber sedemek hîn ne diyar ket xwarê.
Karbidestên Hêzên Behrê yên Emrîkayê qezayê piştrast kirin û diyar kirin ku pîlot bi karanîna kursiya avêtinê bi ewlehî ji balafirê derket. Pîlot ji hêla ekîbên tenduristî ve rakirin nexweşxaneyê û tê gotin ku tê dermankirin.
Ji bo diyarkirina sedema ketina balafira şer a F-35B, ku xwedî şiyana rabûn û daketina vertîkal e, lêpirsînek berfireh dest pê kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Misrê, di pevçûna otobûs û qamyonekê de 12 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Îşxalkerên sîyonîst bi du tankan ketine nav herêma Til El Hawa li gundewarê bakurê Quneytreyê li Sûrîyê.
Wezîrê Şer ê Serokê Emrîkayê Trump, Pete Hegseth, serdana axên Filistînî yên îşxalkirî kir û bi Netanyahu re hevdîtinek veşartî pêk anî.
Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku balafireke bêpîlot (UAV) a MQ-9 a Amerîkî ku li ser Tengava Hurmuzê difiriya, ji aliyê pergalên parastina hewayî yên Sipaha Pasdaran ve hatiye xistin.