Li Bangladeşê di erdheja 5.7 pileyî de 3 kes mirin
Di erdheja bi lerza 5.7 pileyî de ku li paytexta Bangladeşê qewimî, sê kes mirin.
Di erdheja bi pileya 5.7 de ku roja Înê sibehê li paytext Dakka û hinek deverên Bangladeşê qewimî, herî kêm sê kes mirin.
Li gorî medyaya herêmî, di dema erdhejê de rêlên avahiyek pênc qatî hilweşiyan û ketin xwarê. Dema ku rêl li ser wan ket, sê peyatî mirin.
Her wiha di erdhejê de sê kes birîndar bûn, û niştecihên Dakkayê ji tirsan ji malên xwe derketin ji ber ku avahî lerizîn û hin avahiyên demkî hilweşiyan.
Gelek xanî li Dakka û deverên din ên welat ji ber lehiyê û xisarên cûrbicûr gihîştin.
Rayedaran piştî erdhejê tîmên bersiva bilez ava kirin û tîmek xebatê şandin herêmê da ku piştgiriyê bidin hewildanên rizgarkirina ji karesatê.
Li gorî agahiyan, navenda erdhejê 13 kîlometre li rojhilatê Navenda Sîsmîk a Agargaonê ya li paytext Dakkayê bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hikûmeta Filistînê ya li Xezzeyê diyar kir ku artêşa îşxalker Xeta Zer a ku ji bo agirbesta li Xezzeyê hatiye destnîşankirin, guheztiye û gelek malbatên Filistînî dorpêç kiriye.
Di êrîşeke çekdarî ku li bakurê rojavayê Pakistanê hat lidarxistin de 7 kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Parastina Sivîl a Xezzeyê ragihand ku ew ê ji sibê pê ve dest bi lêgerîna cenazeyên şehîdan di bin kavilan de bikin.