Li başûrê Helebê teqîn: 4 birîndar
Li derdorê bajaroka El-Îs a başûrê Helebê li cîhekî aîdê artêşa Sûrîyeyê teqînek pêk hat. Hat diyarkirin ku di teqînê de 4 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya SANAyê, teqîn, teqînek dijwar bû û di encamê de 4 kes birîndar bûn. Mirovên birîndar jî hatin tehlîyekirin.
Hat îfadekirin ku rê ji ber ewlehîyê hatin girtin û ji herêmê re ekîbên ewlehîyê hatin sewqkirin.
Hêj derheqê sedema teqînê de tu daxuyanîyek nehat dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bakurrojavaya Pakistanê pevçûn derket, di encamê de 6 leşker canê xwe ji dest dan û 8 mîlîtan jî hatin kuştin.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, diyar kir ku ew di çarçoveya Hefteya Paye Bilind ê Sazîya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi Serokkomarê Îranê re amadene ku hevdîtinê bikin.
Li wîlayeta Siçuan a Çînê hezazek pêk hat, li gorî diyarîyên ewil 2 kes mirine 3 kes jî winda bûne, ji bo mirovên winda xebat berdewam dikin.