Trump, got ku ew ji bi hevdîtina Pezeşkîyan re li New Yorkê amade ye
Serokê Emrîkayê Donald Trump, diyar kir ku ew di çarçoveya Hefteya Paye Bilind ê Sazîya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi Serokkomarê Îranê re amadene ku hevdîtinê bikin.
Trump, ji Foxê re axivî û ragihand ku îxtîmale ku di hevdîtina NYyê de bi hevdîtina Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan re dilxwaz be.
Rojnameger Trey Yingst, di daxuyanîya ku ji Fox Newsê re da de weha got, “Min ji Serok re derheqê Sazîya Giştî de pirsek pirsî. Ew ê Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan li wê derê be. Min ji wî (Trump) pirsî ew ji hevdîtina bi Serokê Îranê re vekirîye an jî ne vekirîye û wî jî got îxtîmale ku vekirîme.”
Yingst, xeyn ji vêya weha jî got, “Min bi Serok Trump re derheqê rewşa Îranê de axavtinek kir. wî got ku ew di merhaleya biryardayînê de ye û ew ê di siberojek ne demdirêj de bûyerên girîng çêbibin.”
Li gorî Yingsê, Trump, di hevdîtina ku bi wî re kir de sê sernayoyên îxtîmal da rêzê, “Tunekirina Îranê, hilweşîna aborîya wî û çêkirina peymanekî.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bakurrojavaya Pakistanê pevçûn derket, di encamê de 6 leşker canê xwe ji dest dan û 8 mîlîtan jî hatin kuştin.
Li derdorê bajaroka El-Îs a başûrê Helebê li cîhekî aîdê artêşa Sûrîyeyê teqînek pêk hat. Hat diyarkirin ku di teqînê de 4 kes birîndar bûn.
Li wîlayeta Siçuan a Çînê hezazek pêk hat, li gorî diyarîyên ewil 2 kes mirine 3 kes jî winda bûne, ji bo mirovên winda xebat berdewam dikin.