Di çalakîya çekdar a ku li nêzî Derîyê Sînor a Karama ya di navbera Urdum û Filistînê de hat kirin de 3 îşxalker hatin kuştin.
Rojnameya Israel Hayoma ku medyaya Îbranî ye kuştina 3 îşxalkeran bi xebera ku belav kir teyîd kir.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesê ku çalakîyê li dar xistiye şofêrê TIRê ye û bi çeka xwe ya ku di nav TIRê de veşartibû çalakîya xwe li dar xistiye.
Hat hînbûn kesê ku çalakîyê li dar xist hat şehîdkirin.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îtamar Ben-Gvirê ku jê re Wezîrê Ewlehîya Neteweyî yê Sîyonîstên îşxalkar tê binavkirin bertek nîşanî peymana ku bi armanca bidawîkirina qirkirina li Xezzeyê ye da. Wî ev peymanek wek "teslîmbûna HAMASê" bi nav kir.
Li orte û bakurê Xezzeyê ji teref îşxalkeran ve êrîşên asîmanî hat lidarxisitn, di encama êrîşan de 13 Filistînî şehîd bûn.
Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS ragihand ku wê rêberên komên Filistînî ji bo rê li ber danûstandinên ji bo rawestandina şerê qirkirinê li Xezzeyê agahdar kirine.
Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Zebîhullah Micahîd, bal kişand ku ew ji pevguhertina girtîyan ya bi Emrîkayê re amadene encax Washington hêna jî gavekî ku tevbigere neavêtîye.