Li Çadê pevçûna çekdarî: 35 mirî, 6 birîndar
Li Çadê di navbera cotkaran de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de 35 kesan canê xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku li herêma Logone Occidental a ku li başûrrojavaya Çadê ye, di navbera cotkaran de ji ber çêrandina heywanan nîqaş derket, nîqaşa ku derket di demeke kurt de bi derxistina çekan ji şerê çekdarî re vegerîya.
Di encama şerê çekdarî de 35 kesan canê xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.
Rayedaran diyar kirin ku derheqê bûyerê de tehqîqat hatîye destpêkirin û li herêmê ji bona ku gengeşî zêde nebe tedbîrên ewlehîyê hatine girtin.
Li welat bi taybetî, ji ber fealîyetên çandinî û heywanan tim û tim gengeşîyên ewakî çêdibin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.
Rejîma îşxalker îro serê sibê bi ser gelek deverên Şerîaya Rojava de girt û gelek kes desteser kir.
Nûnerê taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, li Berlînê bi Zelenskî û rêberên Ewropî re dicive, wekî beşek ji hevdîtinên ku armanca wan bidawîanîna şerê li Ukraynayê ye. Lêbelê, paytextên Ewropî berî destpêkirina danûstandinan ji Washingtonê garantiyên ewlehiyê yên zelal dixwazin.
Piştî ku wesayîteke leşkerî li Suweydayê ji teref dronekê ve hate hedefgirtin, hêzên ewlehîyê yên Sûrîyeyê agirbest wekî îxlalkirin îlan kirin û peyama "bersiveke tund" dan komên çekdar.