Li Cebelîye û Beyt Lahîyayê qetlîamekî nû: Herî kêm 100 şehîd, birîndar û winda hene

Rejima sîyonîst, li bakurê Xezzeyê Cebelîye û Beyt Lahîyayê malên ku sîvîl tê de diman bomberdman kir. Li gorî diyarîyên ewil herî kêm 30 kes şehîd bûn, bi dehan mirov birîndar bûn; gelek kes jî hêna di bin kavilan de ne.
Rejima sîyonîst, vê sibehê li dijî Kamp Penaberan a li Cebelîye û Beyt Lahîyayê bi saetan qetlîaman pêk anît.
Balafirên herbê yên sîyonîstan, 10 xanîyên ku sîvîl di nav de diman hedef girt. Li gorî diyarîyên ewil herî kêm 30 kes şehîd bûn, bi dehan mirov birîndar bûn; gelek kes jî hêna di bin kavilan de ne.
Li gorî agahîyên ku rojnamegeran ji sehayê dişînin, ji ber bomberdmana dijwar gelek kes di bin avahîyên ku xerabûne de ne. Êrîşên sîyonîst, ji ber ku rêyên herêmê xera kiribû ambûlans nikarin xwe bighînin cîhê bûyerê.
Çavkanîyên tenduristîyê, di êrîşan de herî kêm 100 kesan şehîd û birîndar kir. Li Taxa Sultana Beyt Lahîyayê mirovekî şehîd bû, 13 kes jî birîndar bûn.
Doh jî sîyonîstan herî kêm 136 kesan şehîd kiribûn. Di van êrîşan de 83 kesan li başûrê Xezzeyê, 5 kes li orta Xezzeyê, 11 kes li navenda Xezzeyê û 37 kes jî li bakurê Xezzeyê hatibûn qetilkirin.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmehê vir ve qetlîam û qirkirinên xwe didomîne, heta niha 173 sîvîlan an şehîd kir an jî birîndar kir. piranîya şehîdan zarok û pîrek in. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Emrîkayê ji ber bablîsok û bahozê li wîlayeta Kentuckyê 14, Missouri 7, Virginiayê jî 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Rêberên Spanya, Norwêc, Îzlanda, Îrlanda, Luksemburg, Malta û Slovenyayê li hember qeyrana mirovî ya li Xezzeyê hişyariyek tund dan rejîma sîyonîst û xwestin ku dorpêçê rake û tavilê agirbestê pêk bîne.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Derdor û Tenduristî ya Yemenê ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku heta niha di êrîşa îşxalkeran de sîvîlek şehîd bû, 11 kes jî birîndar bûn. Di navbera cîhên ku hatin hedefgirtin de Benderên Hudeyde û Salîfê jî hene.
Wekîla qaşo ya rejima sîyonîst Michal Waldiger, di daxuyanîya ku ji Knessetê re da de kuştina zarokên Filistînî parast. Bal hat kişandin ku daxuyanîyên Waldigerê, “Bi zelalî propagandaya sûca herbê” ye, banga tehqîqatê hat kirin.