Li Cezayîrê qezaya otobûsê: 34 mirî, 14 birîndar
Li wîlayeta Tamanrasseta başûrê Cezayîrê otobûseke rêwîyan û qamyonek li hev qelibîn, di encama qezayê de 34 kesan canê xwe ji dest dan, 14 kesan jî birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya neteweyî ya li herêma Outoula wîlayeta Tamanrassetê pêk hat.
Li gorî medyaya welat otobûseke rêwîyan û qamyonekî ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.
Di encama qezayê de teqîn pêk hat û dûre jî şewat derket.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re 34 kesan canê xwe ji dest dan, 14 kesan jî birîndar bûn.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.
Rejîma îşxalker îro serê sibê bi ser gelek deverên Şerîaya Rojava de girt û gelek kes desteser kir.
Nûnerê taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, li Berlînê bi Zelenskî û rêberên Ewropî re dicive, wekî beşek ji hevdîtinên ku armanca wan bidawîanîna şerê li Ukraynayê ye. Lêbelê, paytextên Ewropî berî destpêkirina danûstandinan ji Washingtonê garantiyên ewlehiyê yên zelal dixwazin.
Piştî ku wesayîteke leşkerî li Suweydayê ji teref dronekê ve hate hedefgirtin, hêzên ewlehîyê yên Sûrîyeyê agirbest wekî îxlalkirin îlan kirin û peyama "bersiveke tund" dan komên çekdar.