Li Efxenistanê 7 ton haşhaş hat îmhekirin

Li wîlayeta Takhara bakurê Efxenisanê ji 7 tonî zêdetir haşhaş, li ber çavên xelkê hatin îmhekirin.
Li wîlayeta Takhara bakurê Efxenisanê operasyonek hat lidarxistin, di encama operasyonê de ji 7 tonî zêdetir haşhaş hat bidestxistin.
Rayedaran, haşhaşa ku hatin bidestxistin, li ber çavê xelkê şewitandin.
Berdevkê polêsê wîlayetê Nîzamudîn Omîr, got haşhaşa ku hatîye bidestxistin, di nav 3 wesayîtan de hatîye tespîtkirin û qaçaxçîyên ku van haşhaşan bi wan re hatibûn qefaltin dixwestin ku vê haşhaşê ji bajara Takharê derxin derve.
Omîr, destnîşan kir ku ew asteng kirine ku ev tiryak derkeve derveyê wîlayetê û li ber çavê xelkê jî şewitandine.
Rayedar, îfade kir ku ew ê nehêlin tu kes neqanûnî tiryakê hilberîne an jî bazirganîya wî bike.
Polês, ev bû sê caran e ku teşebûsên ewakî yên qaçaxçîyan asteng dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku hêzên hikûmeta Sûrîyeyê bi temamî ji wîlayeta Suweydayê ku li wir pevçûnên bi komên Durzî re qewimîne vekişiyane.
Hêzên Asayîşa Qudsê ragihand ku îşxalkeran di dema pêşveçûna xwe ya ber bi taxa Zeytûnê ya Xezzeyê de wesayîteke leşkerî bi teqemeniyeke bihêz hedef girtin û wêran kirin.
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed El Şara diyar kir ku wan ji bo ewlehiya gel li hemberî êrîşên derve bi aqilane tevgeriyane û got, "Em ji şer netirsiyan, lê me tercîh kir ku yekîtiya welat biparêzin."
Di êrîşên nav 24 dawîn a rejima îşxalker de herî kêm 85 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Vê carê jî hedefê sîyonîstan xanî, kon, kampa penaberan û navendên alîkarîyê bûn. Di navbera şehîdan de gelek zarok û pîrek hebûn.